Hewl didin Heskîfê bikin qurbanê polîtîkayên dijminatiya li Kurdistanê

Heskîf, ji ber Bendava Ilisû ya ku ji aliyê desthilatdariya AKP'ê û dewletê ve di çarçoveya polîtîkayên dijminatiya li Kurdistanê de tê avakirin, bi xeteriya tinebûnê re rû bi rû ye.

Heskîf yek ji cihên kêm tê dîtin e, ku xwedî 9 ji 10 pîvanên UNESCO ye û bi dîroka xwe ya 12 hezar salî re, dîroka mirovahiyê ronî dike.

Heskîfa kevnare, ji ber Bendava Ilisû ya ku ji aliyê desthilatdariya AKP'ê û dewletê ve di çarçoveya polîtîkayên dijminatiya li Kurdistanê de tê avakirin, bi xeteriya tinebûnê re rû bi rû ye.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp, her gava Heskîfê bilêv dike, qala Bendava Ilisû dike ku 1 mîlyon Euro lê çûye û hewl dide weke qenciyekê nîşan bide. Lê belê Heskîf a xwedî dîroka 12 hezar salî, bi bedewî û dîroka xwe re, dîroka mirovahiyê ronî dike. 

Bendava Ilisû ya ku wê Heskîfa kevnare di binê avê de bihêle û rê li ber qetilkirina xwezayê veke, tevî navenda navçeya Heskîfê, wê 95 gund û 104 gundikan di binê avê de bihêle. Ji ber bendavê wê 55 hezar 80 hezar mirov ji neçarî ji herêmê koç bikin.

9 JI 10 PÎVANÊN UNESCO LI HESKÎF Û GELIYÊ DÎCLEYÊ HENE

Ji berpirsyarên kampanya Komeleya Xwezayê ya Heskîfê Derya Engîn ku ji bo dîrok, xweza û mîrateya çandî tine nebe bi dildarî têdikoşe diyar kir ku ji sala 2007'an û pê ve wan li Heskîfê ofîsek vekirine û têkoşîna xwe didomînin.

Engîn da xuyakirin ku Heskîf û Geliyê Dîcle, xwedî 9 ji 10 pîvanên UNESCO ye û bi vî rengî di nava mînaka xwe li cîhanê nîne. Engîn diyar kir ku ji ber Bendava Ilisû dewlet serlêdanê nake, lewma Heskîf di lîsteya mîrateyên dîrokî ya UNESCO de cih nagire.

LI HESKÎFÊ DÎROK Û ÇANDA TEVAHIYA CÎHANÊ HEYE

Engîn anî ziman ku ew ê heta dawiyê têkoşîna xwe ya li hemberî çêkirina bendavê bidomînin û da zanîn ku di vê mijarê de divê her kes bêhtir têbikoşin. Engîn got, "Ji ber ku Heskîf ne tenê ji bo Heskîfiyan, Êlihiyan an jî Kurdistan û Tirkiyeyê. Li Heskîfê dîrok û çanda tevahiya cîhanê heye. Li Mezopotamya û Heskîfê, şaristanî, çandinî, nivîs û her tiştên li ser navê şaristaniyê afirîn. Ji ber vê yekê divê em hemû Heskîfê biparêzin."

DIVÊ PROJEYA BENDAVÊ TAVILÊ BÊ SEKINANDIN

Engîn ragihand ku li gelek welatên cîhanê, bendav hatine terikandin û got, "Ev bendav wê bersiveke biçûk bide pêwîstiya enerjiya li Tirkiyeyê. Lewma ne hêja ye ku di vê oxirê de ewçend berhemên dîrokî bên fedakirin. Pêwîste ev projeya bendavê tavilê bê sekinandin."

...