Hevseroka Meclîsa Giştî ya Bajar li Silopiyayê tevî malbata xwe di malê de dîl hatin girtin
Hate diyarkirin ku li Silopiya tîmên taybet û leşkerên Tirk, avêtin ser mala Hevseroka Meclîsa Giştî ya Bajar Adalet Fîdan, di male de 7 kes rehîn girtin.
Hate diyarkirin ku li Silopiya tîmên taybet û leşkerên Tirk, avêtin ser mala Hevseroka Meclîsa Giştî ya Bajar Adalet Fîdan, di male de 7 kes rehîn girtin.
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê qedexeya kolanan a li navçeya Silopiya ya Şirnexê, tîmên taybet û leşkerên Tirk di ser mala Hevseroka DBP’ê ya Meclisa Giştî ya Îdareya Taybet a Bajar Adalet Fîdan de girtin. Di mala ku li taxa Yenîşehîrê ye, hat diyarkirin ku li gel Fîdan, 7 kes dîl hatine girtin. Li gor agahiyan, telefonên malê hatine qutkirin û 7 kesên ku girtine jî di odeyekê de kilît kirine. Hate ragihandin ku Fîdan ji aliyê polîs û leşkerên Tirk bi awayekî devkî û fîzîkî rastî tacîzê hatiye û heqaret lê hatiye kirin, polîs û leşkerên Tirk ji bo Fîdan wiha gotine: “Çend rojan em mêvanên we ne, niha ev mal a me ye.”
Hate ragihandin ku li taxên Yenîşehîr û Yeşîltepe rewşên nêzî vê tên jiyîn, bê destûr ketina malan û mîna bargehan tên bikaranîn.
Hat diyarkirin ku li herêma TOKÎ ya Taxa Yenîşehîr, ciwanê bi navê Kadrî Sancar ji aliyê leşkerên Tirk ve hat binçavkirin.