Hevdîtina YNK û PDK'ê li Hewlêrê destpê kir

Hevdîtinên navbera partiyên siyasî yên li ser krîza serokatiyê, ku ev demeke navber jê re hatibû dayîn, ji nû ve destpê kirin. Di vê çarçoveyê de YNK û PDK li Hewlêrê li hev civiyan.

Di hevdîtina li ofîsa Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî ya li Hewlêrê de, li ser navê Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) berpirsyarê Polîtburo Mele Bextiyar, Alîkarê Serokwezîr û endamê Polîtburo Qûbat Talabanî, endamên Polîtburo Seîdî Ehmed Pîre û Rizgar Elî amade ne. Li ser navê Partî Demokratî Kurdistan (PDK) jî Serokwezîr û Alîkarê Serokê Giştî yê PDK'ê Nêçirvan Barzanî, sekreterê giştî yê Polîtburo ya PDK'ê Fazil Mîranî, endamên Polîtburo Mehmûd Mihemed û Dilşad Şehab tevlî hevdîtinê bûne.

Tê payîn ku di hevdîtinê de, tevî krîza serokatiyê ya ji Tebaxa 2015'an û vir ve li Başûrê Kurdistanê heye, mijara parvekirina hêzê di navbera her du partiyan de bê nîqaşkirin. Hat ragihandin ku wê di civînê de projeya YNK'ê ya ji bo çareseriya krîzê were nirxandin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di projeya çareseriyê ya YNK'ê de tê xwestin, ku serokatiya herêmê ji partiya di hilbijartinên parlamenteriyê de bûye yekemîn, serokwezaretî ji partiya duyemîn û serokatiya parlamentê jî ji partiya sêyemîn re were dayîn.

YNK'ê di daxuyaniyeke xwe ya beriya niha de destnîşan kiribû, ku nabe hem serokatî hem jî serokwezaretiya Başûrê Kurdistanê ji partiyekê re bê dayîn. YNK'ê diyar kiribû ku ji bo çareseriya krîzê wan proje amade kirine û ew ê ji bo nirxandina vê projeyê bi partiyên siyasî yên hevparê hikûmetê ne, hevdîtinan bike. Rêveberên YNK'ê di heman çarçoveyê de bi Tevgera Goran re jî civiyabû.