'Heta agahiyek ji Rêber Apo bê girtin, divê kes li malê rûnenê'
Endama Dîwana Edaletê ya KCK'ê Rêvan Kobanê diyar kir, ji 15'ê Tîrmehê û pê ve xeteriya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde got, "Heta agahiyek zelal ji Îmraliyê neyê girtin, divê ti kes li mala xwe rûnenê.
DELÎLA GABAR/RÛHAL NÛRÎ
BEHDÎNAN/ANF
çarşem, 20 tîrmehê 2016, 07:00
Endama Dîwana Edaletê ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Rêvan Kobanê li ser tecrîd û kiryarên dewleta Tirk ên bêhiqûqî ji ANF'ê re axivî û got; “Tecrîda li ser Rêber Apo ketiya sala 18. û hê jî dewam dike. Belkî li gorî pêvajoyê tecrîd rengê xwe diguhere, weke ku di sala 2007’an xwestin jehrê bidin Rêberê me. Ji ber destwerdana Kurdan a li vê rewşê, ev hewldan pûç bû. Dîsa ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir ve hevdîtina bi parêzeran re hatiye qedexekirin.”
Kobanê bal kişand ser tecrîdê û wiha domand: “Piştî serketina 7’ê Hezîrana 2015’an, dewleta Tirk xwest bi rengekî faşîzan, hovane û çavsorî êrîşî gelê Kurd bike. Bi rengekî bê sînor, bi hemû şêweyên komployan û bi hemû hêzên tarî êrîşî gelê Kurd kir. Mirov dikarin bêjin, dewleta Tirkiyeyê û Erdogal pê li hiqûqa xwe jî kir.”
Kobanê diyar kir, ji 5’ê Hezîrana 2015’an û vir ve agahiya wan ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîne û işaret bi pêkanînên taybet ên li Îmraliyê kir. Kobanê destnîşan kir, ku li girtîgehê di nava tecrîdê de tecrîd tê meşandin û bibîr xist, ku girtiyên li gel Ocalan bûn, di meha Gulanê de bi rengekî dizî veguhastin Girtîgeha Sîlîvriyê. Kobanê got, “Xwestin di kesayetiya Rêbertî de vîna gelê Kurd bişikînin û êrîşî gelê Kurd bikin.”
DIVÊ CPT BI ERKA XWE RABE
Kobanê got, “Pêwîste dewleta Tirk vê baş zanibe; gelê Kurd Rêber Apo weke vîna xwe dibîne” û işaret bi rola Ocalan a li ser afirandina jiyana azad û wekhev a li Rojhilata Navîn kir.
Rêvan Kobanê bibîr xist ku Saziya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) di meha Hezîranê de çû serdana û bang li vê saziyê kir ku bi erka xwe rabe. Kobanê got, “Çavên Kurdan û hemû gelên herêmê li daxuyaniya CPT ye. Lê belê CPT bi vê helwesta xwe ya xemsar rê li ber nerazîbûnan vedike. Hêrsa gelê Kurd a li hemberî CPT mîna pêla seryayê rabûye. Em jî weke Dîwana Edaletê ya KCK’ê bang li CPT û hemû saziyên mafên mirovan dikin, ku ji vê şaşîtiya xwe vegerin û berpirsyariya xwe bi cih bînin.”
TIRBA KU ERDOGAN KOLA, BÛ GORA WÎ BI XWE
Kobanê der barê êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd de ev nirxandin kir: Gotinek mezinan heye; dibêje ‘yê ku tirbê ji bo birayê xwe bikole, wê bi xwe bikevê’. Çawa Erdoxan tirb ji eniya demokratîk re kola, îro bi xwe ketiyê. Di heman demê de pêwîste Konseya Ewropa jî bi vê zanibe: gelê Kurd wê sibê hesab ji wan jî bipirse. Gelê Kurd wê sibê qirika yê ku xwe weke saziya edaletê dibînin bigire û hesab bipirse. Li jêrzemînan însan hatin şewitandin, hemû cîhanê ev dît. Bi îşkenceyê dayik hatin qetilkirin, cîhanê tev dît. Li ber çavên malbatan zarok, ciwan û dayik hatin qetilkirin. Ew zarokên dayik û bavên wan li ber çavên wan hatin qetilkirin, ew dayik û bavên li ber çavên wan zarokên wan bi îşkenceyê hatin qetilkirin, bi rêbaza DAIŞ’ê hatin qetilkirin, wê sibê li hemberî Erdogan çi bikin? Yê ku îro ji bo eniya demokratîk, yekîtiya demokratîk têdikoşe, ji bo wê xwîna xwe dirijîne, gelê Kurd e. Gelê ku îro eniya demokratîk saz kiriye, gelê Kurd e. Ew îro ji bo azadiya mirovahiyê, ji bo hiqûqa rast, ji bo mafên mirovan têdikoşe. Ew in îro têkoşîna jiyana azad û wekhev dimeşînin. Ew in îro ji bo mirovahiyê sînga xwe didin ber tank û topên Erdogan.”
DEMOKRASIYA BÊYÎ KURDAN, BINKETÎ YE
Kobanê destnîşan kir ku ciwanên Kurd bi berxwedaneke bêhempa têdikoşin û bi tîpên zêrîn dîrokê dinivîsînin. Rêvan Kobanê got, “Agirê ku Erdogan li dijî eniya demokratîk vêxistiye, îro Erdogan dişewitîne. Eger bi rastî jî çareseriyek tê xwestin û qala demokrasiyê tê kirin, divê were zanîn demokrasî bêyî Kurdan li Rojhilata Navîn pêk nayê. Erdogan gav bi gav di rêya şaş de dimeşe û ev şerê daye destpêkirin dibe şerê birakujiyê. Tiştên ku Erdogan dike, cihê xwe di hiqûq û qanûnên mirovahiyê de nîne. Li derveyî exlaq û pîvanan e. Di navê partiya wan de gotina ‘edaletê’ heye, lê ti eleqeya xwe bi edaletê re nîne. Lewma em bang li saziyên mafên mirovan ên Yekîtiya Ewropayê, CPT, saziyên navneteweyî dikin ku bi rengekî lezgîn ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re bikevin nava tevgerê.”
HETA AGAHÎ JÊ BÊ GIRTIN, DIVÊ BÊNAVBER ÇALAKÎ BÊN LIDARXISTIN
Endama Dîwana Edaletê ya KCK’ê Rêvan Kobanê bang li hêzên demokrasiyê yên li Tirkiye û Bakurê Kuristanê kir, ku ji bo demokrasiyê dakevin qadan, têbikoşin û got, “Heta ku agahî ji Rêber Apo bê girtin, divê gelê Kurd li malê rûnenê. Rûniştina li malê îxanet e. Ev ji bo Kurdan, Tirk, Ereb, Fars û gelên me yên li çar aliyên cîhanê dijîn derbasdar e. Pêwîste her kes zanibe, dawî li hişmendiya faşîzmê hatiye. Gel bi têkoşîna xwe ev deşîfre kiriye. Gel îro Rêberê xwe dixwaze. Gel dixwaze bi rêya Rêber Apo pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bike. Ji ber ku çareseriya pirsgirêkan bi vê ve girêdayî ye.”
HEWLDANA DARBEYÊ, DARBEYA DAIŞ’Ê YE
Rêvan Kobanê li ser nîqaş û hewldanên darbeyê yên 15’ê Tîrmehê ev tespît kir: “Darbeya ku îro jê re dibêjin darbeya leşkerî, darbeya DAIŞ’ê ye. Ev rêxistin bi destê Erdogan hatiye avakirin. Ji bo desthilatdariya xwe biparêze û mirovên xwe li dadgehan bi cih bike, ev darbe kiriye. Eger darbe ne bi destê Erdogan bûya, wê di roja darbe hat kirin de çawa karîbûya bi hezaran însanên xwe, karmendên xwe, bi hezaran endamên MÎT û sîxurên xwe li cihê hatin valakirin, bi cih bikira. Lewma divê cîhan ji vê re çavên xwe negire. Em jî miletek in. Em jî neteweyek in, em jî îro ji bo demokrasiyê têdikoşin. Keç û lawên me îro bi hezaran mil bi mil ji bo her çar parçeyên Kurdistanê û hemû mirovahiyê têdikoşin. Ez dixwazim keç û xortên Kurd ên li derveyî welat dijîn dikim, ku bên Kurdistanê, ji bo welat û rûmeta xwe têbikoşin. Ji ber ku di vê demê de qetlîamek li me tê kirin. Li hemberî vê rewşê divê bi sekneke xurt beşdarî li nava refên gerîla bikin. Wekî din banga min ew e; yên dikarin çekê rakin, bila mîna YPS û YPS Jinê gund û bajarên xwe biparêzin. Divê ciwanên me li ku derê êrîş li ser gelê Kurd hebe, li wê derê sekneke bi rûmet nîşan bidin, bi hişyarî û berpirsyariya xwe rabin û cihê xwe di nava refên berxwedanê de bigirin. Em îro sînoran nas nakin. Em ji bo azadiyê, ji bo azadiya Rêberê xwe, têdikoşin. Divê bibînin ku ti saziyên mafên mirovan yan jî yên ‘edaletê’ bersivê nadin daxwazên me. Em ê bi xwe bi hêz Û baweriya xwe, pirsgirêkên xwe çareser bikin, azadî û serketina xwe misoger bikin. Divê her kes bi vê zanibe. Bi taybetî Kurdên hevkariyê bi dijmin re dikin: Divê ew jî ji ber vê yekê şerm bikin.”
15’Ê TÎRMEHÊ XETERÎ ZÊDE KIRIYE
Kobanê di dawiya axaftina xwe de ragihand, ku rewş ji 15’ê Tîrmehê û vir ve bêhtir xetere bûye û got, “Pêwîste em sekna rê li ber çareseriyê venake êdî biterikînin. Divê em bi hevgirtineke xurt têkoşîna xwe mezin bikin. Di vê demê de rûniştin xiyanet e, divê kes vê qebûl neke. Girîng e her kes zanibe, tên bi rêya Rêber Apo çareserî li Rojhilata Navîn pêkan e. Gav bi gav şidandina tecrîdê fikarên me zêde dike. Bi taybetî ji 15’ê Tîrmehê û vir ve fikarên me zêde bûne. Ji bo em demek beriya demekê agahî ji Rêberê xwe bigirin, kî dikare çi bike, divê bi wê erkê rabe.”