Hesen: Sînorên Rojhilata Navîn tên guhertin; divê Kurd bibin yek
Parlamenterê YNK'ê Hesen got, "Dewletê herêmê naxwazin Kurd bibin yek. Azadiya parçeyên Başûr û Rojava wê pêşî li azadiya parçeyên din jî veke."
Parlamenterê YNK'ê Hesen got, "Dewletê herêmê naxwazin Kurd bibin yek. Azadiya parçeyên Başûr û Rojava wê pêşî li azadiya parçeyên din jî veke."
Parlamenterê Kurdistanê yê YNK'ê Dilêr Mûstafa Hesen operasyonên Mûsil û Reqayê, guhertina piştî rizgarkirina van bajaran, hebûna leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê û girîngiya yekîtiya neteweyî ji ANF'ê re nirxand.
Hesen da xuyakirin, Mûsil ciheke ku ev du sed sal in nakokiyên hêzên cîhanê li ser şer dikin û got, "Bajarê Mûsilê di herikîna dîrokê de 12 caran hat dagirkirin û rizgarkirin. Ev bajar herî dawî di sala 2014'an de ji aliyê DAIŞ'ê ve hat dagirkirin. Piştî ku ket destê DAIŞ'ê gelekî tehde li gelê herêmê bû. Ji roja destpêkirina operasyonê û heta roja îro, liv û tevgera DAIŞ'ê ya li dora Mûsilê kêm bûye. Em bi artêş û îstîxbarata Iraqê re tevdigerin. Li ser rêveberiya dema pêş a Mûsilê hê lihevkirin çênebûye. Mûsil di nava axa Kurdistanê de ye û ji sedî sih ê nifûsa wê Kurd in. Piştî ku DAIŞ'ê êrîş kir, herêmên sînor ên Iraqê ji aliyê pêşmergeyan ve hatin parastin."
Hesen diyar kir, DAIŞ niha li navenda Mûsilê maye û got, "Tê gotin ku wê li navenda bajêr li ber xwe bide. Lê belê ev berxwedan wê ji aliyê hêzên koalîsyonê, artêşa Iraqê û hêzên pêşmergeyan ve bê şikandin."
'DAIŞ WÊ DEST JI MÛSILÊ BERNEDE, WÊ LI BER XWE BIDE'
Hesen bal kişand ser îdîayên ku dibêjin "Wê DAIŞ li Mûsilê zêde li ber xwe nede û xwe vekişîne Reqayê" û got, "Li gorî min, rewş ne bi vî rengî ye. Mûsil ji bo DAIŞ'ê çepereke girîng e. Wê hewl bide wê biparêze. Eger DAIŞ li Mûsilê bişikê, standina Reqayê jî wê ne zehmet be. Lewma li Mûsilê li ber xwe dide. Dixwaze vê derê ji dest bernede. Li gorî hêzên koalîsyonê, bi operasyona Mûsilê re destpêkirina operasyona Reqayê wê bike ku DAIŞ nikaribe li du eniyan şer bike. Wê Reqa nikaribe hêza piştgiriyê bişîne Mûsilê, di heman demê de wê Mûsil jî nikaribe hêza piştgiriyê bişîne Reqayê. Lewma wê li Mûsilê li ber xwe bide. Eger Mûsil bikeve, wê ketina Reqayê jî hêsan be."
'PIŞTÎ RIZGARKIRINA MÛSILÊ WÊ SÎNOR JI NÛ VE WERIN DIYARKIRIN'
Parlamenter Hesen da zanîn, cihgirtina Kurdan li nava operasyona Mûsilê, girîngiya Kurdan radixe pêş çavan û destnîşan kir, ku divê Kurd bi vê serbilind bin. Hesen bibîr xist, ku bi ketina Mûsilê re Bexda û Hewlêr jî ketin nava rewşeke xetere û got, "Dema Mûsil hat rizgarkirin wê ev gef jî ji holê rabin. Rewşa aloz a heyî li pêş çavan e. Piştî ku Mûsil hat rizgarkirin em ê bi hikûmeta Iraqê û hêzên navneteweyî re bikevin nava pêvajoyeke nû.
Piştî ku Mûsil hat rizgarkirin wê sînor ji nû ve werin diyarkirin. Lê belê di vê parvekirinê de wê Kurd mafekî çawa bi des bixe, ev ne diyar e. Şîa û Sûnî hene û li pişt van dewlet hene. Şîa dixwazin Mûsil ji aliyê hikûmeta Iraqê ve were birêvebirin. Sûnî jî dixwazin paytexta Nînova be. Kurd jî dibêjin Şengal. Ev operasyon, bêyî ku ev nakokî werin çareserkirin, tê meşandin. Niha ne diyar e ku wê Kurd di nava vê rewşê de çi bi dest bixin."
'EGER KURD NEBIN YEK Û LI GORÎ HÊZÊN DERVE BIMEŞE, WÊ TENÊ DEWLETEK MÎNA QIBRISÊ DI DEST DE BIMÎNE'
Hesen işaret bi senaryoyên hêzên navneteweyî yên li dijî Kurdan kir û anî ziman, ku divê hêzên Kurd vê bibînin û yekîtiya xwe ava bikin. Parlamenter Hesen wiha dewam kir: "Divê parlamenterên Kurdan, hikûmeta gel hebe. Ne qanûnên partiyê, divê destûra bingehîn a gel hebe. Lazim e hêzeke leşkerî ya profesyonel were avakirin. Dijminê Kurdna kî ye, dostên wan kî ye, nediyar e. Dibe ku yên îro ji wan re dibêje dost, sibe bibin dijmin. Pêwîste hêzên Kurd vê firsendê bi kar bînin û bibin yek. Eger Kurd bi rengekî parçebûyî û li gorî dewletên derve tevbigerin, wê bi tenê dewleteke mîna Qibrisê di destê wan de bimîne. Lê eger yekîtiya xwe ava bikin, wê şensê wan ê serketinê zêde be."
'KONGREYA NETEWEYÎ DAXWAZA GELÊ KURD E'
Dilêr Mûstafa Hesen diyar kir, ku hê yekîtiya Kurdan ava nebûye û got, "Dewletê herêmê naxwazin Kurd bibin yek. Azadiya Başûr û Rojavayê Kurdistanê wê bandoreke girîng li azadiya parçeyên din jî bike. Di vê demê de cihgirtina li parlamentê girîng e. Kongreya Neteweyî daxwaza gelê Kurd e, lê belê nakokiyên partiyên siyasî nahêlin ku kongreya yekîtiya neteweyî ava bibe. Divê hemû hêz derhal xwe ji van nakokiyan vegirin."
Li ser derbasbûna leşkerên Tirk li nava axa Başûrê Kurdistanê parlamenter Hesen got, "Berê jî li 16 cihên Başûrê Kurdistanê baregehên leşkerên Tirk hebûn. Lê rewşa niha cuda ye. Çima cuda ye? Ji ber ku destketiyên îro yên Kurdan ji her demê cudatir in. Dewleta Tirk a dagriker ji bo bi hevkarên xwe re hêzên din qels bike, tê Başûrê Kurdistanê." Hesen destnîşan kir, ku Kurd wê li dijî gefên dewleta Tirk li ber xwe bidin.