HDP’ê banga li hember qetlîamên AKP’ê rabin çalakiyan kir
HDP’ê, li hember qetlîamên AKP’ê yên li ser Kurdistanê banga her şev çalakiyên dengderxistinê li dar bixin kir.
HDP’ê, li hember qetlîamên AKP’ê yên li ser Kurdistanê banga her şev çalakiyên dengderxistinê li dar bixin kir.
Desteya Rêveber a Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li hember qetlîamên AKP’ê yên li ser Kurdistanê banga her şev çalakiyên dengderxistinê li dar bixin kir.x
HDP’ê daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: “ Êrîşên qirkirinê yên desthilatdariya AKP-Qesrê li ser navçeyan berdewam dikin û şer bi hemû wehşeta xwe didome. Wehşeta ku li bodrûma maleke ya li Cizîrê didome, ev dide xuyakirin ku dewleta AKP-Qesrê çiqas tengav bûye û êrîşên xwe yên hovane didomîne. Bi rojan e bi hinceta şer rê nadin ku birîndar bên rakirin û hemû hewldanên kedkarên tenduristiyê jî tên astengkirin. Di vê mijarê de hemû hewldanên me yên li gel hikûmetê bi bêcidîbûnekî mezin nêzîk dibin, li bendê ne ku em çavên xwe li dehan birîndarên ku di bin xirbeyan de ne, bigirin.”
‘EM Ê LI HEMBER REJÎMA QETLÎAMAN BÊDENG NEMÎNIN’
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em li hember planên AKP’ê yên rejîma qetlîaman, bêdeng nabin û vîna xwe ya aştiyê carek din derxin. Li ser vî bingehî bang li tevahî gelê xwe, welatiyên bi wijdan dikin deng bidin aştiyê û têkoşîna aştiyê bilind bikin.”
‘HER ŞEV DI SAET 19:00’AN DE’
Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku her şev çalakiya dengderxistinê bê lidarxistin, ev hat gotin:
“Her şev saet di 19:00’an de , her cihê ku lê ne, li Edîrne, Colemêrg, Stenbol, Qers, Trabzon, Antalya, Îzmîr û Şirnexê ‘DENG BIDIN AŞTIYÊ’, mafê xwe yê demokratîk bi kar bînin, bertekên xwe yên demokratîk bi kar bînin û bi hemû amûrên di destên xwe de bi kar bînin û dengê xwe bilind bikin.
Li cihê kar û li ser şaneşînên malê deng derxin, bi beroş, tepsî, bi pêxistin û girtina lambeyên malên xwe, bi qorneyên wesayîtên xwe deng derxin û dengê aştiyê bidin sehkirin...”