Greva biçîbûnê dewrî koma duyem hat kirin
Greva biçûbûnê ya ji beriya 6 rojan ji bo rakirina birîndaran a nexweşxaneyê hatibû destpêkirin, heyeta ku Seroka Koma HDP’ê Çaglar Demîrel jî di nav de dewir girt.
Greva biçûbûnê ya ji beriya 6 rojan ji bo rakirina birîndaran a nexweşxaneyê hatibû destpêkirin, heyeta ku Seroka Koma HDP’ê Çaglar Demîrel jî di nav de dewir girt.
Greva biçûbûnê ya Serokê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken û parlamenterên HDP’ê Osman Baydemîr û Meral Daniş Beştaş a ji bo birîndarên li bodrûma maleke ya li Taxa Cizîrê rakin nexweşxaneyê dabûn destpêkirin, heyeta ku ji Seroka Koma HDP’ê Çaglar Demîrel û parlamenter Ahmet Yildirim û Nihat Akdogan dewir girtin.
Di daxuyaniya ji aliyê rêveberê HDP’ê yê MGMT’yê de wiha hat gotin: “Di encama nirxandinên ji aliyê rêveberên partiya me ve hatin kirin de çalakiya greva birçîbûnê ya me dayî destpêkirin bi awayek dorveger, heta ku birîndar û cenazeyên di ‘Bodroma Wehşetê’ de bên rakirin nexweşxaneyê wê berdewam bike.”
HDP’ê da xuyakirin ku 3 roj in ti agahî ji birîndaran nayê girtin, diyar kir ku ji ber ranekirina birîndaran a nexweşxaneyê hikûmeta berpirsyar e, anî ziman ku heta encam neyê girtin wê çalakiyên wan bi awayek demokratîk zêdetir bibin.