Gerîlayê HPG'ê Ozsonmez wê li Wûppertalê were bîranîn
Gerîlayê HPG'ê Ozsonmez ê di şerê li hemberî artêşa Tirk de roja 27'ê Tebaxê jiyana xwe ji dest da, wê di 1'ê Îlonê de li bajarê Elmanya Wûppertalê were bîranîn.
Gerîlayê HPG'ê Ozsonmez ê di şerê li hemberî artêşa Tirk de roja 27'ê Tebaxê jiyana xwe ji dest da, wê di 1'ê Îlonê de li bajarê Elmanya Wûppertalê were bîranîn.

Gerîlayê HPG'ê Ozsonmez ê di şerê li hemberî artêşa Tirk de roja 27'ê Tebaxê jiyana xwe ji dest da, wê di 1'ê Îlonê de li bajarê Elmanya Wûppertalê were bîranîn. Bîranîn wê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bê lidarxistin û saet di 19:00 de destpê bike.
Ji bo Kemal Ozsonmez (Cîhan Sînemelî) yê demeke dirêj li Elmanyayê xebatên ciwanan meşand, Ciwanên Azad merasîmeke bîranînê lidar dixe. Ciwanên Azad bang li hemû ciwanên Kurd kir ku bi xurtî beşdarî bîranînê bibin û got, "1'ê Îlonê roja destpêkê ya meşa dirêj e û roja aştiyê ya cîhanê ye. Lê belê mixabin dîsa agahiyên şehadetan ji Kurdistanê tên. Kemal Ozsonmez ê ku ji aliyê Kurdistaniyên li Ewropayê ve ji nêz ve tê naskirin, me bi xemgînî bihîst ku ji aliyê artêşa Tirk ve hat qetilkirin. Lê belê divê dewleta Tirk vê ji bîr neke; em ê ti carî ji azadiya xwe venegerin. Em şehîdê xwe bi rêzdarî bibîr tînin."
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di daxuyaniya xwe ya 27'ê Tebaxê de ev agahî dabû: "Di êvara 27'ê Tebaxê saet di 20:00 de, li zozanên Merke yê Erzînganê, tîmeke me ya gerîla bi leşkerên kemîn danîbû hesiya. Li vir şer derket û di vî şerî de 2 leşker hatin kuştin. Di şer de gerîlayê me Cîhan Sînemelî şehîd ket. Di vê çalakiyê de hevalekî me yê gerîla jî dîl hat girtin."