Gerîlayê HPG’ê Kaya li Qereyaziyê hate definkirin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Saît Kaya (Şahîn Erzirûm) ê ku 3’yê Tîrmehê di şerê herêma Kirêkor ê Îdirê de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê bi sedan kesî li werê jê dayik bibû Qereyazi hate definkirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Saît Kaya (Şahîn Erzirûm) ê ku 3’yê Tîrmehê di şerê herêma Kirêkor ê Îdirê de jiyana xwe ji dest dabû, di têketina Qereyaziyê de ji hêla nûnerê KCD Osman Ozbey, Hevşaredarê Qereyazî Saît Karabakan, Hevşaredarên HDP û DBP’ê jî di nav be ji aliyê bi sedan kesî ve bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Ey Şehîd Xwîna Te Li Erdê Namîne” û “Bijî Serok Apo” ve hate pêşwazîkirin. Gerîlayê HPG’ê Saîd Kaya li gundê Qeregivîç ê Qereyaziyê hate definkirin.

Piştî wecîbeyên olî girseyê darbesta Kaya hildan ser milan, li gel dirûşmeyan û bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê heta goristana gund meşiyan. Li vir di şexsê Kaya de ji bo hemû şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê jî cenazeyê Kaya li gel tilîlî û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û Şehîd Namirin” hate definkirin.

Bavê Kaya Esat Kaya li ser gora kurê xwe axivî û wiha got: “Kurê min şehîdê Kurdistanê ye. Şehîd namir in. Serê gelê Kurd sax be.”

Hevserokê DBP’ê yê navçeya Qereyaziyê Salih Altay jî axivî û bang li gelê Kurd kir ku yekîtî û berxwedanê bilind bikin. Altay wiha anî ziman: “ Bi yekîtî û hevrebûna me ya li dijî vê hişmendiya ku bajarên Kurdistanê bombe dike, talan û qir dike, em dikarin zarokên xwe biparêzin.”

Piştî axaftinan girseyê ji bo sersaxiyê berê xwe da konê sersaxiyê yê li gund hatiye vedan.