FLAŞ

Gerîlayan balafira keşfê ya bêmirov xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, li Zapê balafireke keşfê ya bêmirov a dewleta Tirk hatiye xistin. HPG'ê der barê operasyonên artêşa Tirk de jî agahî da.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, li Zapê balafireke keşfê ya bêmirov a dewleta Tirk hatiye xistin. HPG'ê der barê operasyonên artêşa Tirk de jî agahî da.

OPERASYONA LI GEVERÊ

Navendê diyar kir, artêşa Tirk roja 18'ê Tîrmehê li derdora gundê Xirvatê yê navçeya Gever a Colemêrgê dest bi operasyonê kiriye û hêzên gerîla yên zû bi operasyonê hesiyan li baskekî hêzên operasyonê xistine. Li gorî daxuyaniyê, li vê derê leşkerek hatiye kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk gule li gelê li vê derê reşandiye û ji ber vê gulereşandinê jinekê jiyana xwe ji dest daye.

LI ZAPÊ BALAFIRA KEŞFÊ YA BÊMIROV HAT XISTIN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser balafira keşfê ya bêmirov a li Zapê hat xistin jî ev agahî da:

"17'ê Tîrmehê saet di navbera 10:00-19:00 de, balafirên keşfê yên bê mirov 1 predator û 2 bayraktar, li ser qada Şehîd Rustem a li herêma Zapê firiyan. Li ser vê yekê hêzên me yên gerîla bi çekên giran li van balafirên keşfê yên bêmirov xistin. Di encama vê çalakiyê de balafirek keşfê ya bêmirov a bi tîpa bayraktar hat xistin, predator jî hat derbkirin. Artêşa TC saet di navbera 16:00-17:30 de obus û hawan avêt qada Şehîd Rustem. Ji ber vê bomberdûmanê şewat li herêmê derket.

LI SÊRTÊ ÇALAKÎ

HPG'ê der barê çalakiyên li herêmên din jî ev agahî da:

"18'ê Tîrmehê saet di 6.00 de, hêzên me ji du baskan ve li hemberî qereqola Reşinê ya li navçeya Sêrt Dihê bi çekên giran û navîn çalakî pêk anîn. Di vê çalakiyê de leşkerên li dora panzeran li hev kom bûbûn hedef hat girtin û 3 leşker hatin kuştin. Her wiha baskekî din ê çaakiyê jî li panzeran xist. Piştî çalakiyê qerqola Reşinê bi çekên giran gule li derdora xwe reşand. Danê nîvro jî leşkeran erdê li derdora qereqolê şewitandin.

Berêvarî artêşa TC'ê li qadê operasyon daye destpêkirin. Li dijî hêzên operasyonê hêzên me çalakiyeke sabotajê kirin. Di vê çalakiya bi ser 4 leşkeran de, her çar leşker jî hatine kuştin. Ev çalakiya ku hatiye kirin ji bo bîranîna Şehîd Bedran Koçer bûye.

KETIN HUNDIRÊ QEREQOLÊ

17'ê Tîrmehê saet 04.45'an hêzên me xwestin têkevine qereqola Samanê ya girêdayî navçeya Piyaran a Elezîzê. Di vê çalakiyê de leşkerên qereqolê ji mesafeyeke nêzîk derb xwarine. Di encama çalakiya bibandor de 4 leşker hatine kuştin. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên me yên şehîd ên li Farqîna Amedê hatiye kirin.

LI HATAYÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ

17'ê Tîrmehê saet 17:00’an yekîneyeke me ya gerîla bi ser stasyona bazê ya li qada Degîrmendere ya girêdayî Skenderûna Hatayê çalakiyeke sabotajê pêk anîne. Ev stesyona bazê hatiye tinekirin."