Gelê Şirnexê: Eger xendekên me nebûna, em îro hemû miribûn
Hêzên dewleta Tirk danê vê sibehê bi çekên giran êrîşî Taxa Dîcle ya li navenda Şirnexê kirin. Şirnexiyan diyar kirin ku di salên 90'î de jî bi heman rengî êrîş li hemberî wan hatibû kirin.
Hêzên dewleta Tirk danê vê sibehê bi çekên giran êrîşî Taxa Dîcle ya li navenda Şirnexê kirin. Şirnexiyan diyar kirin ku di salên 90'î de jî bi heman rengî êrîş li hemberî wan hatibû kirin.
Hêzên dewleta Tirk danê vê sibehê bi çekên giran êrîşî Taxa Dîcle ya li navenda Şirnexê kirin. Şirnexiyan diyar kirin ku di salên 90'î de jî bi heman rengî êrîş li hemberî wan hatibû kirin.
Hêzên dewletê Yên ku danê vê sibehê dor li taxa Dîcleyê pêçandin, bi çekên giran û bombeyan êrîşî taxê kirin. Di Tebaxa sala 1992'an de jî leşkeran bi çekên giran êrîşî navenda Şirnexê kiribûn û li gorî hejmarên fermî 58, li gorî agahiyên ji aliyê gel e hatin dayîn 150 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn.
Danê vê sibehê jî hêzên dewletê bi bombe û çekên giran ên ji maşînên zirxî avêtin, bi sedan malên sivîlan hedef girtin. Şirnexiyan diyar kirin ku di dema êrîşê de welatî razayî bûn û gotin, "Eger di saeteke ku mirov hişyarbûyî de bihata kirin, hingî wê mirov li kolanan û şaneşînên xwe bûna, lewma dibe ku bi sedan mirov bihatina qetilkirin."
Ji şahidên komkujiya salên 90'î Nesîbe Yetîk, Nebahat Ayan, Elî Ayan, Îbrahîm Ay, Kaze Gungen û Cafer Erîn diyar kirin ku hewldana komkujiyê ya ji ya 18'ê Tebaxa 1992'an de hat kirin ne cuda ye û gotin, "Li dijî her şêwe êrîşan em ê li ber xwe bidin."
'DEMA EM DI XEW DE BÛN ÊRÎŞ KIRIN'
Elîf Ayan da xuyakirin ku êrîşê saet di 06:00 de dema zarokên wan di xew de bûn destpê kiriye û anî ziman ku wan nikarîbûn serê xwe rakin, zarokên wan gelekî tirsiyane. Ayan destnîşan kir, ku dewleta bi çekên giran êrîşî taxeke ji hezaran kesî dike, nema dikare qala biratiyê bike û got, "Mixabin em li cihê gotin lê nema ne. Êdî kêr gihaştiye hestî."
'DEWLETA KU KOMKUJIYÊ DIKE, ÊDÎ NIKARE VÊ PIRSGIRÊKÊ ÇARESER BIKE'
Nebahat Ayan anî ziman ku xwişka wê bi pitika xwe ya çil rojî mêvanê wan bû û ew nikarîbûn bireviyan ti derê, lewma ew bi şens rizgar bûne. Ayan ji dewletê xwest, dawî li van êrîşên xwe bîne û destnîşan kir, ku ev êrîşên dewletê nikarin bi wan. Ayan ragihand ku dewlet hatiye wê radeyê ku komkujiyê li hezaran sivîlan bike û got, "Ev rewş nîşan dide ku dewlet êdî nikare vê pirsgirêkê çareser bike, naxwaze çareser bike."
'EM NE DI XEW DE BÛNA, WÊ KOMKUJIYEKE MEZIN RÛ BIDA'
Nesîbe Yekît da xuyakirin ku gulereşandina li taxa sivîlan, tê wateya hovîtiyeke mezin û got, "Em hingî razayî bûn. Eger ne zû bûya, bi dehan jin, zarok wê bihatina qetilkirin."
'EM Ê SERÎ LI BER HOVÎTIYÊ NETEWÎNIN'
Îbrahîm Ay da xuyakirin ku di êrîşa hêzên dewletê de mala wî zerareke mezin dîtiye û hêzên dewletê lenet kir. Ay got, "Êrîşî mala me, zarokên me, jinên me dikin. Hovîtiyê dikin. Em ê serî netewînin."
'BI SAYA XENDEK Û BENDAN EM RIZGAR BÛN'
Kaze Gungen diyar kir ku ew bi zorê ji malên xwe derketin û reviyan pişt bendan. Gungen got, "Eger bend nebûna, em rizgar nedibûn. Dûre radibin dibêjin 'hûn çima xendekan dikolin?' Vaye ji bo vî awayî em dikolin. Xendek nebûna em ê danê sibehê hemû bihatina qetilkirin."
Gungen destnîşan kir ku ew ê heta şexsekî bi tenê bimîne jî li be xwe bidin û xaka xwe neterikînin. Gungen bang li her kesî kir ku xwedî li bendan û xendekan derkevin û taxan neterikînin.
'HOVÎTÎ JI SALÊN 90'Î GIRANTIR E'
Cafer Erîn ê ku dorpêçî û komkujiya Tebaxa 1992'an dît û îro jî heman komkujî bi serê wan de hat anî ziman ku di navbera her du êrîşan de ti cudahî nîne. Erîn destnîşan kir ku êrîşên îro tên kirin girantir in û got, "Dewletê di salên 90'î de mîna niha ewçend bi awayekî bê exlaq êrîşî jin û zarokan nekir. Îro xwestin komkujiyeke gelekî mezin bikin, lê bi ser neketin."
'XENDEK NEBÛNA, ÎRO KOMKUJIYEKE MEZIN DIBÛ'
Erîn da xuyakirin ku xendekên hatin kolandin pêşî li komkujiya mezin a îro girtin û got, "Eger îro komkujiyeke mezintir nebûye, ev yek bi saya xendek û bendên me ne."