Gelê Silopiya: Em nabin muhtacî wan, em ê xwe biparêzin

Gelê Silopiyayê ya ku 37 rojan li hemberî êrîşên tevkujiyê li ber xwe da gotin ku yên ku dixwestin gelê Silopiyayê terbiyê bikin, wenda kirin. Welatî her wiha anîn ziman ku ji ber êrîşan ew tu carî kêm nabin û wê her zêde bibin.

Gelê Silopiyayê ku 37 rojan li ber tank, top û çekên giran li ber xwe de, ji bo avakirina pergala xwerêvebirinê bi biryar e. Li bajêr, şopên şerê hikumeta AKP'ê ya li hemberî gelê Kurd li her derî xuya dike. Gel, li hemberî polîtîkayên koçberikirinê, dest bi ji nû ve avakirina qadên xwe yên jiyanê kiriye. 

'EM Ê VAN ÊRÎŞAN JI BÎR NEKIN'

Yek ji berxwedêrên Silopiyayê welatiya astengdar a bi navê Sevgî Tay, balê dikşîne ser berxwedana 37 rojan a gel û dibêje berxwedan biserketiye. Tay, ji bo êrîşên dewletê yên bê sînor û bê pîvan jî wiha axivî: " We êrîşê nirxên me kir. Me van ji bîr nekir. Em ê heta dawiyê xwe biparêzin."

'XWESTIN GEL TERBIYE BIKIN LÊ EM NE MÛHTACÎ TI KESÎ NE'

Jina bi navê Asya Demîr a 50 salî jî yek ji wan kesan e ku bi rojan li hemberî êrîşên dewletê li ber xwe da. Demîr destnîşan kir ku bi hezaran leşker tevî tank, top û çekên xwe yên giran bi ser wan de hatiye. Demîr anî ziman ku dewletê xwest gel bi tîbûn û birçîbûnê ve terbiye bike û wiha berdewam kir: "Ji xwe di rojên destpêkê de tankên avê teqandin. Piştre elektrîk qut kirin. Xwestin gel muhtacî xwe bikin. Lê me van rojan derbas kiriye. Yên ku dixwestin me terbiye bikin, îro li Silopiyayê wenda kirin. Lê em nebûn muhtacî wan."

'BILA CERDEVAN LI HEMBERÎ GELÊ XWE ŞER NEKIN'

Demîr diyar kir ku li gel hemû êrîşan jî ew li sikakên bajarê xwe ne û bi taybet bang li cerdevanên ku tevlî şerê li bajaran dibin kir û wiha pê de çû: "Ez bang li wan cerdevanan dikim ku ji derve hatine û li hemberî gelê Silopiyayê şer kirine. Ew jî hatin mal û milkê gel bidizin. Bila bi rûmet bin, bila li hemberî gelê xwe vî sûcê nekin. Şerm e."

'EM Ê KÊM NEBIN EM Ê HER ZÊDE BIBIN'

Welatiyê bi navê Îsmîn Arzu jî anî ziman ku li gel hemû êrîşan wê li pey barîkatan û li ser kolanan bin û wiha axivî: "Em ne mûhtacî tu kesî ne. Eger hûn dijmin in, wekî dijminan tevgerin. Ewqas bêexlaqî li ti derî nehatiye dîtin. Lê wan kir. Bi taybet jî ji ser cenazeyên me ev tişt kirin. Bila herkes bizanibe ku piştî vê saetê jî em dest ji doza xwe bernadin. Em ê kêm nebin, em ê her zêde bibin."