Gelê Rojava ji bo Bakur rabû ser piyan
Li Dêrik, Girkê Legê û Tirbespiyê yên Rojavayê Kurdistanê, girseya gel ji bo xwedîderketina li berxwedana Bakurê Kurdistanê diherike ser sînor.
Li Dêrik, Girkê Legê û Tirbespiyê yên Rojavayê Kurdistanê, girseya gel ji bo xwedîderketina li berxwedana Bakurê Kurdistanê diherike ser sînor.
Bi hezaran kes ji bo berxwedana Bakur, diherikin ser sînorê Rojava-Bakurê Kurdistanê. Kurdistaniyên li bajarên Dêrik, Girkê Legê û Tirbespiyê yên Rojavayê Kurdistanê dijîn, ji bo silavkirina gelê Bakurê Kurdistanê yê bi mehan e li dijî êrîşên AKP'ê li ber xwe dide û destekdayîna berxwerêveberiyê, li Meydana Azadiyê ya Dêrikê civiya.
Gel bê navber dirûşmên "Bijî berxwedana Bakur" qîriya.
Girseya gel ber bi gundê sînor Ên Dîwarê yê bajarê Dêrika binxetê, ku li pêşberî Çiyayê Sptî, Heftanîn û Cûdî ye, meşiya. Girseya gel dixwaze berxwedana gelê Botanê silav bike û desteka xwe nîşan bide.
Hat ragihandin ku girseya gel wê li ser vî gundê sînor mîtîngekê lidar bixe.