Gelê Nisêbînê li ber xwe dide

Li Nisêbînê qedexeya kolanan û terora dewleta Tirk berdewam dike, ji duh ve li ser taxên Zeynel Abîdîn û Kişla yên nakevin çarçoveya qedexeyê jî dorpêça polîsan didome. Kurdistanî berxwedana xwe didomînin.

Ji duh ve ji bo şkandina nobeda berxwedanê ya gel li ser taxên Zeynel Abîdîn û Kişla yên navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê yên ku nakevin çarçoveya qedexeyê jî hewldanan dorpêça polîsan a bi wesayîtên zirxî û tîmên taybet didome.

Tîmên taybet her du tax jî dorpêç kirin, ji wesayîtên zirxî, Cadeya Onder a ku taxan bi hev ve girê dide û kolanên derdikevin cadeyê gulebaran kirin.

Li ser van êrîşana gel li taxên Kişla û Zeynel Abdîn ketin xweparastinê. Wesayîtên zirxî yên li Cadeya Onder disekînî li ser berxwedana gel vekişiyan, li derdora Goristana Hacilar dorpêça wesayîtên zirxî didome.