Gelê Hezexê bendan nas nake

Bi hezaran welatiyên ji bo şikandina dorpêça li ser Cizîrê danê sibehê ji Hezexê bi rê ketin, tevî hemû êrîş û astengiyên dewleta Tirk jî, bi biryardarî dimeşin.

Bi hezaran welatiyên ji bo şikandina dorpêça li ser Cizîrê danê sibehê ji Hezexê bi rê ketin, tevî hemû êrîş û astengiyên dewleta Tirk jî, bi biryardarî dimeşin. Hêzên dewlet Tirk cara duyemîn li bajarokê Deştadarê bi wesayîtên zirxî pêşî li girseya gel girtin.

Gel bi israr xwest meşa xwe bidomîne, lê rastî êrîşa bi bombeyên gazê yên hêzên dewleta Tirk hat. Girseya gel jî bi qîrîna dirûşma "Bijî Berxwedana Cizîrê" bersiv da êrîşê. Tevî êrîşê jî meşvan li nava erdan belav bûn û piştî ku benda leşkeran derbas kirin, careke din li ser rê li hev civiya.

Gelê Hezexê, bi qîrîna dirûşmên "PKK gel e gel li vir e", "Bijî berxwedana Cizîrê" û "Bi berxwedanê re em ê bi ser bikevin", bajarokê Deştadarê ya 11 kîlometre dûrî navenda navçeyê ye derbas kirin û meşa xwe vê gavê jî didominin.

Di vê navberê de hêzên dewleta Tirk li herêmê şivanekî ku pezê xwe diçêrand binçav kirin.