Gelê Botanê bang li rewşenbîr û nivîskaran kir ku beşdarî berxwedanê bibin
Piştî berxwedana nobedê ya li Girê Mîra li gundê Bestasor ê Şirnexê jî bi daxwaza şikandina dorpêça li ser Cizîrê kon hat danîn çalakiya nobedê hat destpêkirin.
Piştî berxwedana nobedê ya li Girê Mîra li gundê Bestasor ê Şirnexê jî bi daxwaza şikandina dorpêça li ser Cizîrê kon hat danîn çalakiya nobedê hat destpêkirin.
Piştî berxwedana nobedê ya li Girê Mîra li gundê Bestasor ê Şirnexê jî bi daxwaza şikandina dorpêça li ser Cizîrê kon hat danîn çalakiya nobedê hat destpêkirin..Parlamenterê HDP’ê Ferhat Encû bang li rewşenbîr û derdorên nivîskar kir ku ciha li cem gelê Botanê bigirin û li hember zilmê berxwedanê bikin.
Di pêşengtiya Însyatîfa Gel a Şirnexê li hember êrîş û dorpêça terora dewleta Tirk a li navçeya Cizîr a Şirnexê didome, li gundê Bestasor a girêdayî Dergûlê ya Şirnexê konê hat danîn û çalakiya nobedê hat destpêkirin. Çalakiya bi dirûşmên “Gelê Cizîrê ne bi tenê ye” û “ Bijî berxwedana Cizîrê” qîr kirin, parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encû, rêveberên HDP û DBP ên navçe û bajaran, hevşaredar û gelek kesên gurd beşdarî çalakiyê bûn. Li vir parlementerê HDP’ê Ferhat Encû bang li hemû rewşenbîr, nivîskar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl kir ku beşdarî berxwedana gelê Botanê bibin.Encu destnîşan kir ku desthilatiya AKP’ê li ser gelê Kurd şerekî mezin dimeşîne, wiha got: “Em baş dizanin ku bê ka dewleta AKP’ê bi çi rêbazan bi ser me de tên. 50 roj in li Cizîrê qetlîam pêk tê. AKP’e ya ku du meh in li dijî gelê Kurd şerekî topyekun daye destpêkirin, êdî têk çûye. Li hember zilma AKP’ê em ê li vir li ber xwe bidin.”
Encu anî ziman ku dorpêç bi Cizîrê re tenê ne sînordar e, li tevahî gund û taxên Şirnexê zextek mezin pêk tê, wiha bang kir: “Îro yên derdikevin û behsa demokrasiyê dikin li Cizîrê wehşetê pêk tînin. Divê tevahî rêxistinên girseyan berê xwe bidin Cizîrê. Heta birîndarên li bodrûmê ranekin nexweşxaneyê em ê nobeda xwe bidomînin. Em bang li tevahî gelê Kurdistanê û gelên din dikin ku deng bidin Cizîrê.”
Îro Kadîr Înanir, Vedat Turkalî, Rakel Dînk, Mûrathan Mûngan, Lale Mansûr, Ayşegul Dogan, Umît Kivanç, Baskin Oran, Osman Kavala, Migirdiç Margos, Oya Baydar û Levent Gultekîn jî di nav de 132 rewşenbîr, rojnamevan û hunermend gotin, “Li Cizîrê mirovatî dimire”, dabûn xuyakirin ku amade ne birîndaran ji wê wehşetê rizgar bikin.