Gelê Amedê wê îro ber bi Sûrê ve bimeşe

Gelê Amedê, bi pêşengiya DBP û HDP'ê wê di destpêkê de li navçeyan saet di 11:00 de li hev bicive û ber bi taxa Ofîsê ve bimeşe. Dûre saet di 13:00 de wê ber bi navçeya Sûrê ve bimeşe, ku gelê Sûrê ev 17 roj in li hemberî tankan li ber xwe dide.

Ji bo mezinkirina berxwedana navçeya Amed Sûrê, ku ev 17 roj in êrîş li ser heye, gel bi rojane li ser piyan e.

Gelê Amedê ku her roj çalakiyekê lidar dixe, îro jî wê bi pêşengiya rêxistinên DBP û HDP'ê ber bi Sûrê ve bimeşe.

Ji bo şikandina qedexeya li Sûrê, girseya gel wê li Peyas, Rezan û Yenîşehîrê bicive û di destpêkê de ber bi taxa Ofîs a Yenîşehîrê ve bimeşe. Komên ku wê li Parka Rojava ya Peyasê û li ber avahiya DBP'ê ya navçeya Rezane saet di 11:00 de bicivin, wê dest bi meşê bikin û li ber AZC Plaza ya taxa Ofîsê kom bibin.

Girseya gel piştre wê saet di 13:00 de berê xwe bide Sûrê. Di meşê de wê KCD, KJA, DEM-GENÇ û rêxistinên civakî yên sivîl jî amade bin.