Gel ji bo şkandina dorpêçê li ser rêya Kerboranê ye

Bi sedan kesên ku di nav de parlamenterên HDP’ê jî hene, ji bo şkandina dorpêça ev 15 roj in li ser Kerboranê dewam dike ji Hezex û Midyadê hatin li gundê Xelîla civiyan û ber bi Kerboranê ve ketin rê.

Ji bo şkandina dorpêça li ser Kerboranê ku êrîşên li dijî gel ev 15 roj in didome, gel careke din rêya Kerboranê da pêş çavên xwe. Berê bi çendan caran ketina navçeyê ceribandin, lê rastî astengiyên leşker û polîsan hatin. Heyeta ku wekîlên HDP’ê jî tê de, tevî rêyên alternatîf jî ceribandin dîsa hatin astengkirin. Gel di şkandina dorpêçê de bi israr e, îro dîsa kete rê. Girseya ku Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Erdal Ataş, Parlamenterê Êlihê Mehmet Alî Aslan, Hevserokê HDP’ê yê Bajarê Mêrdînê Omer Ocalan, rêveberên HDP û DBP’ê yên Midyad û Hezexê jî di nav de  bi sedan kes, ji Hezex û Midyadê hatin li Xelîla ya Kerboranê kom bûn û ji vir bi wesayîtan ber bi Kerboranê ketin tevgerê.