Foza Yûsiv: Konferans ji bo Rojhilata Navîn dikare bibe mîladek
Endama Koordînasyona TEV-DEM'ê Foza Yûsiv da xuyakirin, ku ev konferansa di çarçoveya nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tê lidarxistin, dikare ji bo Rojhilata Navîn bibe mîladek.
ANF
SILÊMANIYE
çarşem, 20 tîrmehê 2016, 13:32
Endama Koordînasyona Tevgera Demokratîk (TEV-DEM) Foza Yûsiv, ku yek ji beşdarên konferansa li Silêmaniyeyê ye diyar kir, cara yekemîn e di vê astê de konferansek tê lidarxistin. Yûsiv got, "Bi rêya vê konferansê ev mesaj tê dayîn: Weke gelên li Rojhilata Navîn, bêyî destwerdanek ji derve, em dikarin pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin. Ev konferans ji bo dema pêş dikare bibe mînakek."
Endama TEV-DEM'ê got, li konferansê tenê kêşeyên û rewşa heyî nayên nîqaşkirin, rojeveke sereke jî nîqaşên çareseriyê ye û got: "Konfederasyona Demokratîk a Rojhilata Navîn jî wê were nîqaşkirn. Ji vê hêlê ve civîneke girîng e. Girîng e ku em li ser çareseriyê bêne cem hev. Me dît ku potansiyeleke me ya mezin heye, me dît ku li gel cihêtiyên me jî em dikarin werin cem hev. Girîng e ku me dengê xwe gihande hev. Ji vê hêlê ve em dikarin bibêjin ku ev konferans xwedî nirxekî dîrokî ye. Wê rê li ber gavên dîrokî veke."
'VÊ KONFERANSÊ TIŞTEKÎ NÛ PÊK ANÎ'
Foza Yûsiv da xuyakirin, ku beriya niha jî konferansên bi vî rengî pêk hatine lê belê ev konferans pir xwecih mane û diyar kir, konferansa ku niha hê jî berdewam e cara pêşî ye ku tenê bi Kurdistanê bi sînor nemaye û ji Rojhilata Navîn, Afrîka, Hindîstanê, Iraqê, Sûriyeyê, Tirkiyeyê, Îran û Emrîkayê tevlêbûn çêbûy. Yûsiv got, "Di vê konferansê de ramanên Rêber Apo û perspektîfên wî yên çareseriyê têne nîqaşkirin. Hem ji ber ku em ji pêvajoyeke girîng derbas dibin û hem jî ji ber tecrîd û şerê giran ê li ser Rêber Apo ku li Îmraliyê tê meşandin, wextê konferansê girîng e."
'KONFERANS BERSIVEK E JI B POLÎTÎKAYÊN DEWLETA TIRK ÊN LI ÎMRALIYÊ RE'
Foza Yûsiv got, ev konferans di heman demê de bersivek e ji polîtîkayên dijmirovî yên ku li ser Abdullah Ocalan têne meşandin û teşhîrkirina vê siyaseta şer e. Yûsiv wiha pê de çû, "Em dixwazin girêdana azadiya Rêber Apo û ya gelê Kurd û herwiha ya azadiya gelê Rojhilata Navîn derxînin pêş. Ev konferans her wiha nîqaş dike û wê nîqaş bike; ramanên Rêber Apo ji bo azadiya gelê Kurd û her wiha gelên Rojhilata Navîn çi îfade dike? Çareseriyeke çawa pêşniyar dike?"
'JI BO ÇARESERIYÊ ALTERNATÎFA TEKANE PROJEYA RÊBER APO YE'
Yûsiv da zanîn, li Rojhilata Navîn îro şerê cîhanê yê 3. diqewime, ev şer bandorê li hemû gelan dike û diyar kir, divê ev pirsgirêk were çareserkirin. Yûsiv gotinên xwe wiha domandin: Eşkere ye ku rê û rêbazên hetanî niha hatine bikaranîn bi xwe re ti çareserî nanîne. Pêdivî bi ramanek alternatîf heye. Di ramanên Rêber Apo û analîzên wî yên li ser Rojhilat Navîn de ev tişt hene. Divê hedef û xebata sereke be ku ev raman û çareserî ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn re were gotin. Ji hêla din ve jî divê rewşa Rêber Apo ya tê de te were pênasekirin û hin biryar werin girtin. Di vê mijarê de divê li ser dewleta Tirk zext werin çêkirin."
'LI GEL CIHÊTIYÊN XWE EM DIKARIN LI SER ÇARESERIYÊ LI HEV BIKIN'
Endama Koordînasyona TEV-DEM’ê Foza Yûsiv got, "Li cografyayeke wiha ku ev çend pirsgirêk lê hene, pir girîng e ku em bikaribin li hev rûnin, li çareseriyan bigerin û çareseriyê bibînin. Ez pê bawer im ku ev konferans di van mijaran de wê ber bi biryardayinên girîng ve biçe." Yûsiv diyar kir, konferansê çespand ku Abdullah Ocalan ne tenê Rêberê Gelê Kurd e û her wiha ew rêberê mirovahiyê ye. Yusiv wiha dewam kir: "Me careke din dît ku Rêber Apo ji bo hemû mirovahiyê, rêbertiyekî gerdûnî ye. Ji hêla felsefîk ve ev wiha ye. Ji bo vê jî tespît hate kirin ku, şerê li dijî Rêber Apo, siyaseta li dijî wî, di şexsê wî de şerê li dijî gelan e. Ji xwe ji ber vê sedemê ye ku ev 17 sal in li Îmraliyê tê girtin."
'RÊBER APO JI HEMÛ AZADÎXWAZAN RE BÛ ZIMAN'
Foza Yûsiv ragihand, di konferansê de mijareke din a derket pêş ew bû, ku Abullah Ocalan di çareserkirina pirgirekên herêmî de xwedî roleke diyarker e. Foza Yusuf bersiv da gotinên dewleta Tirk ku digot, 'Em ê muxatabên nû bibînin û bi hêzên din re baxivin' û wiha pê de çû, "Ev gotinên beredayî ne. Pêkhateyên konferansê jî ev diyar kirin. Eşkere ye ku tekane muxatab û qufleya aştiyê Rêber Apo ye. Hemû gel Rêber Apo ji xwe weke rêber dibînin, ji ber ku ew ji hemû azadîxwazan re bûye ziman. Ev hemû tişt nîşan didin ku em ji bo fikrê Rêber Apo, Modernîteya Demokratîk bi hemû hêza xwe bixebitin, em ê bikaribin potansiyeleke ev çend mezin derxînin holê. Ji ber ku ev raman, pratîk, ramaneke jiyanî ye û hêz û derfetên ku bibe jiyanî pir zêde ye. Ev tabloya ku ji vê konferansê derketî, ji vê hêlê ve pir hêvîdar e."