Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ) bi peyamekê, cejna Êzî û hemû cejnên derbasbûyî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, civaka Êzidiyan, gelê Kurdistanê, gelên Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê pîroz kir.
FKÊ got, "Her wiha em vê cejnê li hemû cangoriyên Kurdistanê û Êzîdxanê, li hemû canfedayên li çiyayê Şengalê li ber xwe didin, li gelê me yê leheng ku li ser xaka pîroz di bin şert û zirûfên gelekî zehmet de têdikoşe, bi germaniya rojê pîroz dikin. Dîsa em hêvîdarin ev cejn bibe wesîleya aramî, aştî û azadiya hemû gelan."
FKÊ bal kişand ser wateya cejnan di nava hemû baweriyan û gelan e û da zanîn ku divê ev wate û girîngî ji bo civaka Êzidî hîn bêhtir be û got, "Ji ber ku bawerî û çanda Êzidîtî ji her alî ve bi xeteriyeke mezin re rû bi rû ye. Lewra, pêwîste civaka Êzidî û bi taybetî Êzidiyên li derveyî welat, bawerî û çanda xwe biparêzin û li nirxê xwe xwedî derkevin."
'JI BO EM CEJNA XWE LI WELATEKÎ AZAD PÎROZ BIKIN, DIVÊ EM TÊKOŞÎNA XWE XURT BIKIN'
FKÊ rewşa Şengalê û encamên karesata mezin bibîr xist û diyar kir ku hînê Şengal bi giştî rizgar nebûye, bi deh hezaran Êzidî li welatên penaber in û di nava xizaniyê de dijîn.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku ji bo pîrozkirina cejnê li welatekî azad û parastina çandê, girîng e têkoşîn li her qada jiyanê bê xurtkirin û hat gotin, "Li Kurdistanê, bi taybetî li Bakurê Kurdistanê berxwedaneke bêhempa dewam dike. Di heman demê de dewleta Tirk ji bo vîna gelê Kurdistanê bişikîne, hemû rêbazên li dijî mirovahiyê bi kar tîne.
Em weke saziyên civaka Êzidiyan wan kiryarên dewleta Tirk bi tundî şermezar dkin. Em têkoşîna gelê xwe bi rêzdarî silav dikin û di her şert û mercî de destekê didin berxwedana gelê xwe."
'AZADIYA RÊBER APO AZADIYA CIVAKA ÊZIDIYA YE'
FKÊ da zanîn ku azadiya Kurdistanê azadiya Êzîdxanê ye, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya civaka Êzidî ye û got, "Lewma, ji bo rizgarkirin û avakirina Ṣengalê çi pêwîst be, divê em bikin û ji bo azadî û rûmeta xwe em hemû derfetên xwe bi kar binin.
Bi van bîr û baweriyên xurt, em bang li hemû kesên Êzidî, bawermend û welatparêz dikin, pêwîste, em rojên cejna bikin rojên aştiyê, lihevhatinê, rojên rêxistinî û tevgera civaka kurdên Êzidî li her deverê xurttir bikin."