Fermandariya YBŞ'ê cejna Êzî pîroz kir

Fermandariya YBŞ'ê cejna Êzî pîroz kir û biryardariya xwe ya ji bo bicihanîna erkê parastina Şengalê dubare kir.

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi daxuyaniyê cejna Êzî pîroz kir.

Fermandariyê got, "Bi boneya Cejna Rojiyên Êzî, em pîrozbahiyên xwe yên germ li gelê me yê Êzîdî yê berxwedêr û li malbat û dayikên cangoriyan dikin ku îdealên herî bilind ên fedakarî û dilsoziyê temsîl kirine û bi xwîna xwe ya paqij dîrokeke rûmet û berxwedanê nivîsandine. Her wiha em pîrozbahiyên xwe li dostên Êzîdiyan û hemû pêkhate û gelên Iraqê dikin û çarenûs û jiyana me ya hevbeş piştrast dikin."

Fermandariya YBŞ'ê diyar kir ku di vê helkefta pîroz de, ew bi rêz û hurmeteke mezin cangoriyên xwe yên çavnetirs bi bîr tînin, ku bêyî  fedakariyên wana yên mezin ew ne digihîştin vê rojê û ne jî ev asta ewlehî û aramiyê bi dest dixist û got, "Cangorî ew kes in ku bi xwîna xwe hêvî çêkirine û em bi her tiştê ku em hene deyndarê wan in. Ew ê bibin çira û rêber ku rêya me ronî dike; em ê her tim wan bi bîr bînin û soza xwe ya şopandina şopa wan nû bikin û nû dikin."

Peyama YBŞ'ê bi vî rengî dewam kir:

"Her wiha em pîrozbahiyên xwe li Rêber Apo dikin, azadiya wî ya fîzîkî dixwazin û piştrast dikin ku bîrdoziya wî, ku banga azadî, biratiya di navbera gelan de û jiyana demokratîk dike, dê ji bo hemû hêzên berxwedan û azadiyê wekî çavkaniya îlhamê bimîne. Em hêvî dikin ku Cejna Rojiyên Êzî, bi girîngiya xwe ya ruhî û mirovî, peyamên aştî, ewlehî û edaletê hilgire û bandora wê li ser Şingalê û tevahiya Iraqê dirêj bibe. Bila ev cejn gavek be ber bi bidawîkirina êşê, avakirina aramiyê û avakirina pêşerojek ku hemû civak bi hev re di aştiyek mayînde û rêzgirtina hevbeş de bijîn.

Em her wiha hêviya xwe ya kûr diyar dikin ku jinên Êzidî yên hatine revandin û dîlgirtin bi ewlehî vegerin malbatên xwe, ev rûpela tarî ya êşê were girtin û edalet ji bo hemû kesên ku li dijî gelê me sûc kirine were bicîhanîn. Em her wiha hêvî dikin ku hemû kesên koçber bi rûmet û ewle vegerin malên xwe û tiştên ku hêzên tarî wêran kirine ji nû ve werin avakirin û gelê me vegere axa xwe û jiyana xwe ya biawayekî xwezayî ji nû ve bidomîne."

Peyama Fermandariya YBŞ'ê bi vê biryardariyê bi dawî bû:

"Di vê çarçoveyê de, em wek Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) piştrast dikin ku em ê bi berpirsiyariya xwe ya dîrokî re dilsoz bimînin û em ê bêyî cudakarî parastina gelê xwe û hemû civakên Iraqê bidomînin, wekî ku me berê kiriye. Em ê di erkê xwe yê parastina axê û gelê wê, parastina rûmetê û rûbirûbûna hemû kesên ku hewl didin ewlehî û aramiyê tehdît bikin an jî îradeya gel têk bibin, pêk bînin.

Dubare Cejna Rojiyên Êzî pîroz be."