Federasyona Komaleyên Êzîdiyan: Tevlî meşa li Dusseldorfê bibin
Federasyona Komaleyên Êzîdiyan ji bo meşa li Dusseldorfê daxuyaniyek nivîskî weşand, banga tevlîbûnê kir.
Federasyona Komaleyên Êzîdiyan ji bo meşa li Dusseldorfê daxuyaniyek nivîskî weşand, banga tevlîbûnê kir.
Di daxuyaniya Federasyona Komaleyên Êzidiyan de wiha hat gotin: “Em wek Federasyona Komaleyên Êzidîyan bang li hemû gelê Kurd û bi taybet li civaka Êzdiya dikin ku 26.12.2015 saet 11 : 00’an tevli meşa li Düsseldorfê bibin. Pêwîst e em bi tevlibûneke xurt bersivê bidin terora dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê”
Di dawiya daxuyaniyê de Federasyonê berxwedana xwerêveberiya silav kir, wiha got: “Em wek Federasyona Komalyên Êzidîyan van kiryarên dewleta Tirk bi tundi şermezar dikin. Her wiha, em tekoşîna gelê xwe bi rêzdarî silav dikin û di bin her şert û mercan de, bi hemû derfeten xwe, em piştgirtinê didin berxwedana gelê xwe.”