'Ewlekariyê' tûrîzma li Bazîdê tevizandiye

Pratîkên ewlekariyê yên li Bazîdê, tûrîzm têk birine, ku yek ji girîngtirîn çavkaniyên debara li herêmê ye. Nûnerê ÎHD'ê yê Bazîdê Nûrî Taşdemîr diyar kir, ji ber qedexeyan îsal karên xwedîkirina heywanan û çandiniyê jî nikarin bên kirin.

Qedxekirina herêma Çiyayê Agirî û Tendurekê, danîna bendên kontrolê yên li ser rê, tûrîzm, karên xwedîkirina heywanan û çandiniya li Bazîdê tevizandiye.

Nûnerê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Bazîdê Nûrî Taşdemîr li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û diyar kir, qedexekirina Çiyayê Tendurekê derbeke gelekî mezin li aboriya Bazîdê xistiye. Taşdemîr bibîr xist, ev herêm kurtkirina rêya Îpekê ye û got, "Deriyekî navbera Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê ye. Ev herêm, vê rêyê gelekî kurt dike. Dema girtina vê derê jî gelekî manîdar e. Ji ber ku di dema çindîna çandiniyê de pêk hat, zerareke mezin dide gundiyan. Gundî nikarin heywanên xwe bidin çêrandin. Ev yek ambargoyek li ser gel e. Bi dîtina me, gelê herêmê hatiye cezakirin."

'DIVÊ TÛRÎZM BÊ ZINDÎKIRIN'

Taşdemîr da xuyakirin, li Bazîdê tûrîzm hatiye tinekirin, otel îsal valan e û axaftina xwe wiha dewam kir: "Tûrîzm ne kêm e, qet nîne. Di vî warî de li herêmê zor û zehmetiyên cidî hene. Şerê li herêmê û bendên kontrolê yên li ser rê, tûrîzm qedandine. Desthilatdariya heyî, bi hemû cîranên xwe re şer kiriye. Heta ku aştî li hundir û derve pêk neyê, tûrîzm zindî nabe. Kolanên Bazîdê niha vala ne. Di vê wextê de gelekî zindî bû. Otel li ber girtinê ne. Pêwîste derhal aştî pêk were. Naxwe tûrîzm zindî nabe."

'LI SER BINPÊKIRINÊN MAFÊN MIROVAN RAPOR TÊ AMADEKIRIN'

Taşdemîr bal kişand ser zêdebûna binpêkirinên mafên mirovan ên li herêmê û destnîşan kir, her pêkanîneke leşkerî tê wateya binpêkirina mafên mirovan. Taşdemîr got, "Pirsîna li nasnameyê jî binpêkirina mafên mirovan e. Li herêmê li her derê li nasnameyan tê pirsîn, kontrola bagaj û wesayîtan tê kirin. Ev binpêkirina mafên mirovan e. Şîdeteke fîzîkî neyê kirin jî, pêwîste ev zext û pêkanîn ji nedîtî ve neyên. Gera leşker û polîsan a bi çekan li nava gel, bi tena serê xwe binpêkirina mafên mirovan e. Weke parêzvanên mafên mirovan em van çavdêriyên xwe ji navendê re radigihînin. Li ser van binpêkirina rapor tê amadekirin."

'BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN ZÊDE BÛ'

Taşdemîr da zanîn, li herêma Bazîdê rêyên hiqûqî bi temamî hatine girtin, rêveberî radestî hêzên paramîlîter hatiye kirin û got, "Bi navê mafên mirovan tiştek nemaye. Em nizanim em ê giliyê kê li cem kê bikin. Binpêkirina mafên mirovan gihaştiye asta herî bilind. Li Giyadînê qetilkirina du karkerên li firinê dixebitîn, her wiha qetilkriina Erhan Tanrikûlû li pêşiya qereqola Bazîdê ji aliyê polîsan ve, binpêkirina mafê jiyanê ye. Li pêşiya Midûriyet Emniyetê şerîteke mezin hatiye kişandin û li pêşiya xwe xendek kolan e."

...