Essa Moosa: Tecrîda li ser Ocalan ji ya li ser Mandela girantir e
Di panela duyemîn a konferansa "Bi nêrînên Ocalan, aştî û aramiya li Rojhilata Navîn" a li Silêmaniyeyê de, Sîstema Îmraliyê hat nirxandin.
Di panela duyemîn a konferansa "Bi nêrînên Ocalan, aştî û aramiya li Rojhilata Navîn" a li Silêmaniyeyê de, Sîstema Îmraliyê hat nirxandin.
Di panela duyemîn a konferansa "Bi nêrînên Ocalan, aştî û aramiya li Rojhilata Navîn" a li Silêmaniyeyê de, Sîstema Îmraliyê hat nirxandin. Parêzerê Nelson Mandel Essa Moosa di axaftina xwe ya li Konferansê de diyar kir, tecrîda li ser Ocalan ji ya li ser Mandela girantir e.
Panela duyemîn a konferansê bi sernavê "Tecrîda li ser Ocalan: Sîstema Îmraliyê" hat lidarxistin.
Di vê panela ku Alîkara Hevserokên HDP'ê Aysel Tûglûk jê re moderatorî kir de, parêzerê Nelson Mandela ji Însiyatîfa Lihevkirin û Aştiyê ya Navneteweyî Essa Moosa û ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rêzan Sarica axivîn.
Alîkara Hevserokên HDP'ê Tûglûk diyar kir, ku ew vê konferansê gelekî girîng dibînin û got, "Ji roja dîlgirtina Ocalan û vir ve li Îmraliyê sîstemeke îşkenceyê û pêkanînên taybetê yên ji bo şikandina vînê tên meşandin."
Tûglûk da xuyakirin, ku ev sîstem li gorî qanûnên Tirkiye û hiqûqa navneteweyî ne meşrû ye û anî ziman, di rewşa heyî de bi ti awayî destûr nayê dayîn hevdîtin bi Ocalan re were kirin.
TÛGLÛK: DIVÊ SÎSTEMA ÎMRALIYÊ ÊDÎ JI HOLÊ WERE RAKIRIN
Tûglûk da xuyakirin, ku li ser şet û mercên jiyana Ocalan ti agahî ji wan re nayê dayîn û destnîşan kir, ya ku tecrîd li ser heye, vîna gelê Kurd e.
Tûglûk got, "Êdî ne ku sîstema Îmraliyê bê sererastkirin divê bi temamî ji holê bê rakirin û pêşî li azadiya Birêz Ocalan were vekirin. Ev yek erka exlaqî û wijdanî ye."
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rêzan Sarica jî qala Sîstema Îmraliyê kir. Sarica diyar kir, Ocalan di nava vê dema dirêj a li Îmraliyê de, ji bo çareseriya demokratîk ketiye nava 'hewldanên pîroz'.
Rêzan Sarica bibîr xist, ku zext û tecrîda li Îmraliyê gav bi gav tên şidandin û bal kişand ser cezayên hucreyê, pêkanînên kêfî, destwerdanên fîzîkî, gef û zextên psîkolojîk.
Sarica ragihand, weke parêzerên Ocalan ev pênc sal in hewl didin hevdîtinê bikin, lê belê hemû derî li wan girtî ne.
Sarica got, "Heta ku êrîşên piralî bi berxwedaneke piralî neyên pûçkirin, wê pêvajoyeke çareseriya demokratîk rû nede."
Piştî Sarica parêzerê Nelson Mandela ji Însiyatîfa Lihevkirin û Aştiyê ya Navneteweyî Essa Moosa axivî.
TECRÎDA LI SER OCALAN JI YA LI SER MANDELA GIRANTIR E
Moosa got, "Di navbera têkoşîna Nelson Mandela û ya Abdullah Ocalan de gelek aliyê balkêş ên dişibin hev hene."
Moosa destnîşan kir, ku rewşa heyî ya Ocalan di nav de tê ragirtin, ji tecrîda Mandela girantir e û bibîr xist, ku Mandela bi giranî li gel girtiyên din ên siyasî dihat girtin.