Erîşî li Şirnexê berdewam dikin: 5 welatî birîndar bûn
Li taxên Cudî û Yafes ên Cizîrê di topbaranê de 5 welatî birîndar bûn. Ji birîndaran 2 kes rakirin nexweşxaneyan lê 3 birîndar ji ber êrîşan li taxê têne rawestandin.
Li taxên Cudî û Yafes ên Cizîrê di topbaranê de 5 welatî birîndar bûn. Ji birîndaran 2 kes rakirin nexweşxaneyan lê 3 birîndar ji ber êrîşan li taxê têne rawestandin.
Li Cizîrê hêzên dewletê ji ber ku nikare berxwedana gel bişkîne, taxan dide ber topan. Li Taxa Cudiyê di topbaranê de, guleya topê li malekê ket û welatiyên bi navê Suat Afşîn û Cotkar Kavak bi parçeyên şerapnalê ji zikê xwe giran birîndar bûn.
Afşîn û Kavak bi alikariya welatiyan rakirin bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Li Taxa Yafesê jî di topbaranê de 3 welatî birîndar bûn. Hêzên dewletê yên li girên Banê Cirf û Şahîn bicih bûn, hewl dan ji vê derê bikevin taxan û bi çekên giran êrîşê girseya li serê kolanan kir. Di êrîşê de 3 welatî birîndar bûn. Kesên birîndar ji ber êrişên hêzên dewletê nikarin rakin nexweşxaneyê û li taxê têne rawestandin.