Yûsûf Abî, li mala ku hêzên dewleta Tirk ev demek dirêj e li Silopiyayê girtine bin gulebaran û bomberdûmanê de, jiyana xwe ji dest da. Di encama êrîşên polîs û leşkeran ên li navçeya Sûrê de jî 5 welatî birîndar bûn.
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê ya reveberiya awarte hê lê didome, her ku diçe êrîş zêde dibin. Mala li taxa Barbarosê, piştî demeke dirêj hat gulebarankirin û bomberdûmankirin, welatiyê xwediyê malê yê bi navê Yûsûf Abî (80) jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku Abî di encama bomberdûmana zêde de qrîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.
Di maleke ku danê nîvro di bin gulebaranê mabû de welatiyê bi navê Huseyîn Guzel jî ji ber qrîza dil jiyana ji dest dabû.
Li gelek taxên navçeyên jî hê dengê çekan tê.