Êrîşên li Kerboranê zêde bûn, gel li ser piyan e

Li Kerboranê, hêzên dewleta Tirk ji 2 baskan ve êrîş dikin. Bi sedan kes li hemberî van êrîşan herikîn kolanan.

Li Kerboranê, hêzên dewleta Tirk ji 2 baskan ve êrîş dikin. Bi sedan kes li hemberî van êrîşan herikîn kolanan.

Di roja 8. a êrîşan de hêzên dewleta Tirk ji 2 baskan ve êrîşî taxa Sefa ya navçeya Mêrdîn Kerboranê dikin. Ji taxa ku rastî gulereşandina maşînên zirxî tê, dûxan radibe. Her wiha dengê teqînên dijwar tê.

Li hemberî van êrîşên ji bo tinekirinê, gel herikî kolanan. Bi sedan kes ber bi taxa Sefa ve dimeşin.

Li taxa ku hînê dûxan jê bilind dibe, li hemberî êrîşên dijwar ên hêzên dewletê, berxwedana gel dewam dike.