Êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin
Li bajarê Fransa Marsîlya, li bajarê Îtalya Pîsa û li bajarê Elmanya Rheîne, terora dewleta Tirk a li Kurdistanê tê kirin, bi çalakiyên girseyî hat şermezarkirin.
Li bajarê Fransa Marsîlya, li bajarê Îtalya Pîsa û li bajarê Elmanya Rheîne, terora dewleta Tirk a li Kurdistanê tê kirin, bi çalakiyên girseyî hat şermezarkirin.
Li bajarê Fransa Marsîlya, li bajarê Îtalya Pîsa û li bajarê Elmanya Rheîne, terora dewleta Tirk a li Kurdistanê tê kirin, bi çalakiyên girseyî hat şermezarkirin.
MARSÎLYA
Li başûrê Fransa bajarê Marsîlyayê, ji bo silavkirina berxwedana Sûr, Cizîr, Silopiya, Kerboran û Nisêbînê û şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk, bi beşdariya 2 hezar kesî meşek hat lidarxistin.
Tevî biryara rewşa awarte ya li Fransayê, ku hînê di meriyetê de ye û hemû çalakiyan qedexe dike, Kurdistanî ji meydana Canebîere heta meydana Vîeûx-Portê meşiyan. Kurdan di komkujiyê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Bijî Berxwedan", "Em hemû PKK'yî ne" qîriyan û pankarta bi nivîsa "Li Kurdistanê komkujî heye, bêdeng nemînin" hilgirtin.
Meşa Kurdistaniyan li meydana Vîeûx-Portê veguherî mîtîngê. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ya li vê derê, axaftin hatin kirin. Nûnerên Meclîsa Gel a Demokratîk a Kurd li Marsîlya û Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrxan a Marsîlyayê axivîn. Di axaftinan de bang hat kirin, ku mîna Kobanê bi ruhê seferberiyê xwedî li berxwedana li Bakurê Kurdistanê were derketin.
Di axaftina li ser navê Navenda Çanda Elewiyan a Marsîlayyê de bal hat kişandin ser Komkujiya Mereşê û hat destnîşankirin ku komkujiyên îro li Bakur tên kirin jî bi heman armancê tên kirin.
PÎSA
Ciwanên Kurd, ji bo bala raya giştî ya navneteweyî bikişînin ser berxwedana xwerêveberiyê ya li Kurdistanê, li bajarê Îtalya Pîsayê çalakî lidar xistin. Ciwanan bi vê armancê, li kûleya Pîsa ku rojane bi hezaran tûrîst diçin dîtina wê, pankarta bi nivîsa "Tirkiye komkujiyê li Kurdan dike" a bi zimanê Îtalî daliqandin. Çalakiya ku saet di 14:00 de destpê kir heta saet 17:00 dewam kir. Çalakgeran tim û tim bal kişandin ser hevkariya Erdogan û DAIŞ'ê û banga hişyarî û baldariyê li raya giştî ya Ewropayê kirin. Di çalakiya ku rastî eleqeyeke mezin a tûrîstan hat de, 5 kes hatin binçavkirin. Çalakiyê di çapemeniya herêmî ya li bajarê Pîsa de jî cih girt.
RHEÎNE
Li bajarê Elmanay Rheîne, êrîş û komkujiyên dewleta Tirk hat şermezarkirin. Girseya gel a li ber avahiya Şaredariya Rheîne civiya pankartên bi nivîsa "Bila hêzên Tirk ku li Kurdistanê dagirker in, vekişin", "Bila xweseriya xwerêveberiyê bê naskirin" hat hilgirtin.
Di çalakiya ku belavok jî lê hatin belavkirin de, Berdevkê TEV-DEM'ê Şivan Xabûrî axivî. Xabûrî ragihand ku berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê berxwedana tevahiya Kurdistaniyan e û got, "Pêwîste saziyên însanî yên navneteweyî xwedî li berxwedana azadiyê ya gelê me yê Bakurê Kurdistanê derkeve."