Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ji sê aliyan ve hatin şikandin

Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ji sê aliyan ve bi aramca şikandina dorpêça şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya li ser navenda bajarê Minbicê dayî destpêkirin, hemû hatin şikandin.

Çeteyên DAIŞ’ê di saet 05:30’ê sibehê ji bakurê ve ji aliyê ava El- Sacûr, ji rojava ve ji aliyê gundê El- Erîmê û ji başûr ve ji gundê Zirbet El-Rûs heta gundê Oxeclî êrîşî şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin.

Li hember êrîşan berxwedana şervanên Minbicê belavî herêmekî berfireh bûn û şerek dijwar pêk hat. Di encam şer de derbên giran li çeteyan ketin û destpêkê êrîşa bakur-rojava hatin şikandin.

Her dû aliyên din jî piştî ku derbên giran lê ketin û şûn de, êrîşên ji her sê aliyan ve hatibûn destpêkirin bi temamî hatin şikandin. Li gorî çavkaniyên herêmî, 40 cenazeyên çeteyan şandine Cerablûsê.