Êrîşên çeteyan didomin
Çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran êrîş birin ser bajarokê Şêxler ê Kobanê.
Çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran êrîş birin ser bajarokê Şêxler ê Kobanê.
Li gorî agahiyên ji aliyê Navenda Ragihandinê ya YPG'ê ve hatin dayîn, li dû êrîşên çeteyan ên li hemberî gundên Kadriyê û Kurdîşan ên li navbera bendava Tişrînê û bajarokê Eyn Îsa, xebatên lêgerînê dewam dikin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di encama lêgerîna roja 19'ê Tîrmehê de 4 cenazeyên çeteyan û kalaşnîkovek hatin bidestxistin."
YPG'ê diyar kir, di şeva 19'ê Tîrmehê de çeteyên DAIŞ'ê ji çeperên xwe yên Cerablûsa Jêrîn û Jorîn bi çekên giran êrîşî bajarokê Şêxler ê li başûrrojavayê Kobanê kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di heman demê de komên çete hewl dan xwe berdin nava qadên me yên li dora gundê Zormixarê. Hêzên me derbên xurt li van komên çete xistin. Piştî destwerdana hêzên me koma çete neçar man ji herêmê bireve."