Êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî Rojava dewam dikin

Artêşa Tirk hewldanên xwe yên ji bo dagirkirina Rojava û bomberdûmanê didomîne.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê dewam dikin.

Di daxuyaniya YPG'ê de hat gotin, "Di çarçoveya van êrîşan de artêşa Tirk, roja 27'ê Gulanê li gundê Hemam ê navçeya Cindirêsê ya Efrînê sînor binpê kiriye. Artêşa Tirk bi 80 leşker û 2 tankan, herêma di navbera gundên Merwanî û Hemamê dagir kir. Danê nîvro, artêşa Tirk obus avêt gundê Tatmaraş ê li nêzî vê herêmê. 3 guleyên obusê li gund ketin, lewma xisareke madî rû da.

Artêşa Tirk bi şev saet di 21:45'an de jî bi çekên giran êrîşî gundê Ziyaretê yê li rojavayê Kobanê kir."

Di dewama daxuyaniya YPG'ê de ev agahî hatin dayîn:

"Roja 27'ê Gulanê saet di 13:00 de çeteyên DAIŞ'ê li bejahiya gundê Bûcak a li başûrê bajarokê Sirînê yê Kobanê hewl dan xwe berdin nava qadên me. Di encama destwerdana hêzên me de koma çete neçar ma bireve.

Çeteyên DAIŞ'ê di 27'ê Gulanê saet di navbera 12:00-14:30 de li hemberî başûrojavayê bendava Tişrînê, saet di navbera 14:30-15:30 de li hemberî rojhilatê bendava Tişrînê û saet di 21:00 de jî li hemberî rojavayê bendava Tişrînê bi çekên giran êrîş kirin.

Roja 27'ê Gulanê saet di navbera 14:00-14:30 de çeteyên DAIŞ'ê ji çeperên xwe yên li başûrê Cerablûsê bi çekên giran êrîşî bajarokê Şêxler ê Kobanê kirin.

Saet di 21.00 de jî li çeperên DAIŞê yên başûrê Cerablûsê teqînekî mezin rû da. Sedem û encamê teqînê nehat zelalkirin."