Endamekî PAK’ê di êrîşa Îranê de jiyana xwe ji dest da
Endamê PAK’ê yê bi navê Celal Raşîdî di encama êrîşa SIHA’yê ya Îranê de jiyana xwe ji dest da.
Endamê PAK’ê yê bi navê Celal Raşîdî di encama êrîşa SIHA’yê ya Îranê de jiyana xwe ji dest da.
Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) diyar kir ku endamekî wan ê bi navê Celal Raşidî (Kawan) di encama êrîşa balafira bêmirov (SIHA) a Îranê de jiyana xwe ji dest daye.
PAK’ê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal daxuyaniyek da û got: ‘’Şehîd Celal Raşidî, bi navê xwe yê din Kawan, demeke kurt beriya niha di encama êrîşa hewayî û bomberdûmana dewleta Îranê ya dagirker û terorîst de ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê jiyana xwe feda kir û tevlî karwanê şehîdan bû.’’
PAK’ê diyar nekir ku endamên wê li ku derê û di encama kîjan êrîşê de jiyana xwe ji dest dane.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku baregeha PAK’ê ya li bajarokê Dêgele yê girêdayî Hewlêrê careke din bûbû hedefa êrîşan.