Endama ragihandina YPG'ê jiyana xwe ji dest da

Endama Ragihandina YPG’ê Arîn Cudî (Ahîn Fayiq Îbrahîm) di encama teqîna mayînê de jiyana xwe ji dest da.

Endama Ragihandina YPG’ê Arîn Cudî (Ahîn Fayiq Îbrahîm) di encama teqîna mayînê de jiyana xwe ji dest da. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê der barê mijarê de daxuyaniyekê weşand û nasnameya Arîn Cudî eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "31’ê Çileyê saet di 20.00’an de di encama teqîna mayîna ku çeteyên DAIŞ'ê li nêzîkî gundê Îskenderûn ê ser bi Holê bi cih kiribûn de, endama Ragihandina YPG’ê hevala me Arîn Cudî (Ahîn Fayiq Îbrahîm) gihîşt şehadetê û hevalekî me yê din jî birîndar bû.

Ji windahiya bêdem û qutbûna me ya ji hev em gelek êşan dibin jî, wekî bi hezaran keç û xortên ku ji bo parastina vî welatî canê xwe feda kirin, Heval Arîn jî navê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê xist.

Heval Arîn di sala 1996’an de li bajarê Tirbespiyê yê Rojava hatiye dinê. Bi bîr û baweriyeke mezin, li ser esasê kevneşopiya berxwedana bêhempa ya gelê me yê Rojava mezin bû. Bi coş û morala ku ji berxwedanê digirt hişt ku heval Arîn di sala 2013’yan de xwe bi germahiya şoreşê bike yek û li ser vî esasî tevlî refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bû.

Li hemberî êrîşên dijminên gelên me, li dijî hovîtiya çeteyên cûrbecûr li qadên Kantona Cizîrê cihê xwe di nava têkoşîne de girt. Piştî demekê Heval Arîn derbasî refên ragihandina azad bû. Heval Arîn bi pakrewanên me yên din ên ragihandine Heval Mezlûm û Heval Keder re, dem çêbû di eniyan de tevlî şerên dijwar bû, dem çebû bi wênekeş û kameraya xwe berxwedana hevalên xwe kişand. Ji bo ku berxwedana bêhempa ya keç û xortên Kurdistanê tevî hemû bêderfetiyan dimeşînin bigihîne gel û raya giştî, ket nava têkoşînekî bê aman.

Heval Arîn, di dema dagirkeriya DAIŞ’ê ya li ser Şengalê, şerên dijwar ên di korîdora Şengalê de, şerên li Til Koçer, Rabîa, Cezaa û Til Hemîsê de hem wekî şervan, hem jî wekî endameke ragihandinê cihê xwe girt. Cih çebû di pêşiya hevalên xwe de tevlî êrîşên li dijî çeteyên DAIŞ’ê bû, fîşekên wê xilas bûn, bi kameraya xwe peywîrên xwe bi cih anîn. Lê tu carî ji eniyên şer, ji berxwedanê xwe qut nebû. Herî dawî di hemleya rizgarkirina Holê de jî bi lehengî û xwestekek mezin xwedî li erkên xwe derket. Di hejmarek zedê ya dîmen û wêneyên ku di van hemleyan de gihîştin raya giştî de, keda heval Arîn li pêş bû.

Di 31’ê Çile den dema ji civîneke ku plansaziya ragihandinê dihat nîqaşkirin vedigeriya qada xwe ya lê erkdar e, maşîneya wê pêl mayîneke çeteyên DAIŞ’ê kir û gihîşt şehadetê.

Heval Arîn, bi rûkenî, dilsozî, wêrekî, lehengî û fedakarî jiya. Ji bo me tim bû çavkaniya coş û moralê. Her çiqas cihê wê neyê dagirtin jî, em ê bi şopandina armanc û xeyalên wê, heval Arîn bidin jiyandin. Di têkoşîn û her keliyek me de dewsek ji heval Arîn wê her hebe.

Em di serî de ji malbat û hevalên Arîn re, piştre tevahî gelê me re sersaxî dixwazin. Bi vîn û bîryardariya Arînan em ê bimeşin û heta serkeftina mîsoger li ser rêya şehîdên xwe bêyî ku teredûtek bijîn heta dilopa xwîne xwe ya dawî bi erk û berpirsiyariyên xwe ve rabin."

Nasnameya endama Ragihandina YPG'ê bi vî rengî ye:

Nasnav: Arîn Cûdî
Nav paşnav: Ahîn Ibrahîm
Navê Dayikê: Fasla
Navê Bav: Fayiq
Cihê Ji Dayikbûnê: Tirbespiyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Hol 31/1/2016