Encu: Ne diyar e piştî kêliyeke din çi biqewime

Parlamenterê HDP'ê Encu yê li Silopiyayê ye, ji bo rewşa li navçeyê got, "Danê sibehê dengê çekan dihat. Niha bêdeng e. Lê em nizanin bê piştî kêliyeke din çi biqewime."

Parlamenterê HDP'ê Encu yê li Silopiyayê ye, ji bo rewşa li navçeyê got, "Danê sibehê dengê çekan dihat. Niha bêdeng e. Lê em nizanin bê piştî kêliyeke din çi biqewime."

Li navçeya Şirnex Silopiyayê, di pevçûnên du rojên dawî de 4 welatî ji aliyê hêzên çekdar ên dewletê ve hatin qetilkirin û zarokek jî bi giranî birîndar bû.

Li Silopiyayê pêr bi şev 3 ciwan li malekê hatibûn înfazkirin, duh bi şev jî dayikek û keça wê yên li ser banê xaniyê xwe raketibûn rastî êrîşa segvanan hatibû, dayikê jiyana xwe ji dest dabû, keça 14 salî jî birîndar bûbû.

'EM NIZANIN KU PIŞTÎ KÊLIYEKE DIN ÇI BIQEWIME'

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu, li ser rewşa bajêr axivî û got, "Ev meheke em di rewşeke awarte de ne. Her roj sivîl tên qetilkirin." Encu ragihand ku navçe ji saet 10:35'an ve bêdeng e û got, "Danê sibehê dengê çekan dihat. Niha bêdengî heye. Lê belê em nizanin bê piştî kêliyeke din çi biqewime."

Der barê êrîşên dewletê yên li bajarên Kurdan de Encu got, "Polîtîkaya çavtirsandin û koçberkirina bi darê zorê, ku DAIŞ'ê li Rojava kir, li vir jî hêzên ewlekariyê yên dewletê dike" û wiha axivî: "Dixwazin bi kuştina sivîlan re çavê gel bitirsînin. Dixwazin bikin ku gel ji bo kirîna nan jî nikaribe derkeve derve. Dixwazin psîkolojiyeke civakî biafirînin, ku her kes ji jiyana xwe gumanan bike. Dayikek 55 salî û keça wê, dema li ser banê xaniyê xwe radiketin, rastî êrîşa hêzên dewletê hatin, dayikê jiyana xwe ji dest da, keç bi giranî birîndar bû. Bi vî rengî dixwazin şerekî psîkolojîk li hemberî gel bimeşînin."

'DIXWAZIN GEL KOÇBER BIBE'

Encu bibîr xist ku Erdogan û AKP ên encamên hilbijartinê yên 7'ê Hezîranê nas nekirin, li dijî gelan şer îlan kirine û got, "Hêzên vîna gel li ber çavan nagirin, dixwazin bajarê Kurdan, dixwazin Silopiyayê bixin nava kaoseke aborî, civakî û siyasî û bi vî rengî berê gel bidin koçberiyê."

Encu da zanîn ku ji ber şer mirovan dest bi koçberiyê kirine û got, "Hînê hejmareke zêde nîne, lê belê mirov diçin cem malbat û xizmên xwe yên li bajarên din. Malên xwe, weke xwe li vir dihêlin. Ji ber ku bi hêviya vegerê diçin."

Encu hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê bibîr xist û got, "Di rewşeke bi vî rengî ya şer de gelo wê bi çi rengî hilbijartin pêk were?"

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu got, "Mirov dema ji bo kirîna nan derkevin kolanan, pêkane werin qetilkirin. Li cihên stratejîk ên navçeyê, li ser avahiyên qeymeqamtî, qereqol û leşkeriyê, segvan hatine bicihkirin. Di teqîneke biçûk de jî polîsên tevgera taybet dadikevin kolanan û guleyan li derdorê direşînin. Di rewşeke bi vî rengî de wê çawa hilbijartin were kirin?"

'EM Ê VÊ POLÎTÎKAYÊ JÎ PÛÇ BIKIN'

Encu da xuyakirin ku AKP dixwaze li Kurdistanê hilbijartinê nede kirin û got, "Dixwazin nehêlin vîna mirovan di sindoqan de derkeve. Bi vî rengî dixwazin HDP'ê di binê bendê de bihêlin. Lê belê em ê vê polîtîkayê jî pûç bikin û em ê şer bidin sekinandin."