Encamên civîna Konseya Rêveber a KNK'ê

Konseya Rêveber a KNK'ê bi daxuyaniyekê encamên civîna xwe parve kir.

Konseya Rêveber a KNK'ê bi daxuyaniyekê encamên civîna xwe parve kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Konseyê civîna xwe ya asayî di 31'ê Çileya 2016'an de li navenda KNK'ê ya li Brukselê pêk aniye û rewşa siyasî ya li Kurdistanê, rûdanên bûyerên nû nirxandiye, her wiha  kar û xebatên KNK´ê yên dema bihurî bi giştî di ber çavan re hatin derbaskirin û piştre li ser plansaziya dema wê bê hat rawestîn.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser rewşa aloz û giran a li Kurdistanê û hat destnîşankirin, ku gelê Kurdistanê bi qonaxeke mezin a dîrokî re rû bi rû ye. KNK'ê ji her kesî xwest, li gorî girîngiya vê qonaxa hesas berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

'JI BO ÇARESERIYA KRÎZA LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DIVÊ HEMÛ RÊVEBERÎ LI GORÎ QANÛN Û DADMENDIYÊ BIMEŞE'

Hat ragihandin, li Başûrê Kurdistanê kirîzeke mezin a siyasî, rêveberî, aborî, civakî û jiyanî heye û hat gotin, "Ji ber vê çendê, pêwîst e ku hemû hêzên Kurdistanî yên li hemû parçeyan û Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ji bo çareseriya vê qeyranê bibin piştgir û alîkar, da ku Başûr karibe vê qeyranê rawêre. Ji ber ku destketiyên Başûrê Kurdistanê, destketiyên neteweyî ne û ji bo tevahiya gelê Kurdistanê girîng û pîroz in. Ji bo asayîkirina vê rewşê jî, Konseya Rêveber a KNK´ê çêtir dibîne ku Serokê Parlemena herêma Başûrê Kurdistanê vegere avahiya parlemanê û li wir bi parlementaran re kar û xebata xwe bidomîne. Her wiha hemû alî heta dema hilbijartinê di hikumetê de cihê xwe bigrin. Dîsa divê dezgehên rêveberiya Başûr bi yasa û dadmendiyê bên meşandin."

'LI BERXWEDANA RÛMETÊ YA BAKURÊ KURDISTANÊ XWEDÎ DERKEVIN'

Konseya Rêveber a KNK'ê da zanîn, ku dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê projeya qirkirina gelê Kurd daye destpêkirin û bi mehan e bi hemû awayên hovane vê projeyê li ser gelê Kurdistanê yê demokrasîxwaz dimeşîne. KNK'ê bibîr xist, bi girtin, kuştin, êşkence, bajarwêrankirinê jenosîda dewletê bi hemû rengên hovane berdewam e û hat gotin, "KNK ji hemû kesayet, rewşenbîr, siyasetmedar, partî, sazî û bi giştî jî, ji hemû gelê Kurdistanê dixwaze ku li şoreş û berxwedana rûmetê ya Bakurê Kurdistanê xwedî derkevin. Ev yek erkeke mirovatî, wijdanî, exlaqî, neteweyî, niştîmanî û her wiha dînî ye jî. Di heman demê de ev erka her mirovperwerekî cihanê ye jî."

SIYASETA DEWLETA ÎRANÊ YA LI HEMBERÎ GELÊ KURDISTANÊ HAT ŞERMEZAKIRIN

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku civîn li ser rewşa Rojhilatê Kurdistanê jî rawestiya û rewş û xebata tekoşîna gel a li vê parçeyê Kurdistanê û bi taybetî jî hilbijartinên ku di meha Sibatê li Îranê pêk tên, nirxand. Hat gotin, "Wek tê zanîn, Dewleta Îranê merc û derfet ji bo gelê Kurdistanê neafirandiye ku gel karibe bi awayeke azad nûnerên xwe destnîşan bike û hilbijêre. Di heman demê de li ser gelê Kurd û gelên din ên Îranê binpêkirina mafên mirovan û çewsandin bi hemû cureyan didome. Bi taybetî berdewamiya bidarvekirinê, siyaseta îdamê, zîndankirinê û binpêkirina mafê mirovan her diçe zêdetir dibe. Lewra em wek KNK vê siyaseta dewleta Îranê ya li hember gelê Kurdistanê bi tundî şermezar û red dikin. Divê Dewleta Îranê bi awayekî demokratî û pêşketinxwaz mafên hemû gel û neteweyan di destûra bîngehîn a Îranê da mîsoger bike."

XETERIYÊN LI SER ROJAVA DEWAM DIKIN

Konseya Rêveber a KNK'ê bal kişand ser şoreşa li Rojavayê Kurdistanê û di vê der barê de ev nirxandin kir: "Li Rojavaya Kurdistanê şoreş berdewam e, lê belê xetereya komployên herêmî û bi taybet planên qirêj ên dewleta Tirkiyeyê û hevalbendên wê jî, li ser her sê Kantonan hene. Pêwîst e ku gelê Kurd û Kurdistanê xwe ji bo her qewimînên jinişkavî re amade bike. Yekîtî û pêkvegirêdana hersê kantonan û bicihbûna yasa û destûran pêwîst e ku bi cî bên. Ji ber ku gefa DAIŞ û dewleta AKP ya Tirkiyeyê ku di esas û pratîk de 'Du rûyên yek diravî ne', li ser Rojava hêj heye û didome. Lewra xebateke leşkerî, siyasî, diplomasî û cemawerî ya parastinê ji bo Rojava girîng e û pêwîst e, xurtir bibe.

Heta niha li Rojava siyaseteke rast û dirust ji hemû aliyan ve dihat meşandin. Rojava dikare ) modela rêveberiya xwe wek nimûneyeke hêja pêşkêşî cîhanê bike. Siyaset û diplomasiya Rojavayê ya navxweyî û Cîhanî bi awayekî dirust û serketî bi rêve diçe."

'PÊWÎSTE GELÊ KURD BI VÎNA XWE, SÎNORÊN DI NAVA KURDISTANÊ DE HATINE XÊZKIRIN JI HOLÊ RAKE'

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

"Civînê, rewşa îro ya siyasî ya Rojhilata Navîn û Kurdistanê hilda destê xwe û li ser 100 saliya Komploya Saykis Pîko (16.05.1916 – 16.05.2016) rawestiya. KNK dibîne ku ev komplo bê daxwaz, viyan û razîbûna Kurd û Kurdistaniyan pêk hatiye û welatên wan bê vîna wan hatiye parçekirin û bûye mêtigeh. Lewra kurd û Kurdistanî van sînor û vê parçebûnê napejirînin. Divê tevahiya sînorên li ser dilê Kurdistanê yên ku di encama vê komployê de hatine xêzkirin, bên rakirin. Di vê rojê de pêwîst e ku gelê Kurdistanê bi îradeya xwe şopa wan sînoran nehêle û hemûyan ji holê rake. 

Ev sed sal in, gelê Kurdistanê bi hemû awayan qurbaniyan dide û robarên xwînê dirijîne, da ku vê biryara neyasayî û şerî ya Emperyalî vala derbixe. Konseya Rêveber ya KNK´ê, diyar kir ku erkeke exlaqî, wijdanî û mirovayetiyê li ser milê civata navdewletî heye ku vê zilma dîrokî ya 100 salî ya li ser gel û niştîmanê Kurd û Kurdistanê rakin. Her wiha helwestê werbigirin û pozisiyona vî suç û tawana mirovayetî li ser gelê Kurd ji holê rakin. Erka wan ew e ku bibin alîkar, ji bo ku gelê Kurdistanê azad û rizgar bibe."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di civînê de kar û barên dema derbasbûyî yên KNK'ê hatin nirxandin û ji bo dema bê plansaziyek hat derxistin.

ENCAMÊN CIVÎNA KONSEYA RÊVEBER

Di encama Civîna Konseya Rêveber ya KNK ê de ev biryarên li jêr hatin girtin: 

KNK, ji bo çareseriyê, piştevaniya Sîstema Xweseriya Demokratîk ya li Bakurê Kurdistanê dike û vê modelê wek çareseriya rast û dirust dizane, ji ber ku demokrasîbûna Turkiyeyê û azadiya Kurdistanê di vê sîstemê de dibîne.

KNK, bang li hemû gelê Kurdistanê dike ku bi derbasbûna 100 saliya komploya şûm ya ”SAYKIS PÎKO” yê, êdî wan sînorên ku di navbera her çar parçeyên Kurdistanê de hene nas nekin û her yek; sazî, partî, rêkxistinên civaka sivîl … û yên Akademîk li dijî vê yekê dengê xwe bigihînin civatên navneteweyî.

Ji bo tesbîtkirin û fermîkirina prosesa xwendinê ya bi zimanê Kurdî, Em KNK dîsan piştgiriya xwe nîşan didin û ji bo pêşketin û standardkirina felsefeya perwerdeyiya neteweyî û niştîmanî ya modern bi hemû hêz û şiyanên xwe destek dikin, dibin piştgir û hevkar. 

Zaraveyên Zimanê Kurdî nirx û bihayên giran ên dewlemendiya zimanê Kurdî ne. Parastin, werarkirin û girîngîdana wan erkeke neteweyî ye. KNK daxwaz li hikumeta herêma Başûr dike ku li wan deverên ku piranî zareveyek taybet mîna Hewramîaxêv lê bin, prosesa xwendinê û hokarên ragihandinê bi wî zareveyî bê şopandin û rêvebirin. Her wisa di destûra bingehîn ya herêmê de bê bicihkirn.

KNK, daxwazê li saziyên mafên mirovan yên Kurdistanî dike ku hemû keysên komkujiyên bi ser Kurdistaniyan de hatine, bi tawanên jenosîdê (qirkirinê) di navendên navneteweyî de bidin nasandin. 

Serûkaniyên ava Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê ji sedema siyasetên dewletên dagirker bi çêkirina sikrên avê yên li ser çem û rûbaran ku bûye egerê têkçûna rêrewên xwezayî û zirargehandina jiyana xelkê, KNK bi tundî wan reftaran mehkûm û şermezar dike."