BI DÎMEN

'Em naxwazin xaka xwe biterikînin'

Gelê Geverê, ji ber bomberdûmana balafirên şer ên Tirk, bêzar e. Welatiyên li herêmên bomberdûman û tevgera balafirên şer ên artêşa Tirk lê zêde ne dijîn gotin, "Ev der xaka me ye, em naxwazin biterikînin."

Gelê Geverê, ji ber bomberdûmana balafirên şer ên Tirk, bêzar e. Welatiyên li herêmên bomberdûman û tevgera balafirên şer ên artêşa Tirk lê zêde ne dijîn gotin, "Ev der xaka me ye, em naxwazin biterikînin."

Hakan (Şivanê gundê Alakan): Ez şivaniyê dikim. Ev çend roj in dewleta Tirk bombeyan dibarîne. Ez li ber pez im, pezê me gelekî mexdûr e. Gelê me jî li vir mexdûr e. Dibêjin em li çiyê didin. Lê ez weke şivan li çiyê me, ji ber bombebaranê hem pezê min zerarê dibîne, hem jî ez zerarê dibînim. Dema balafir li ser serê me digerin, pezê me belav dibe, em nikarin kom bikin. Zerarê dide me.

Di dema êrîşên dawî yên bombeyî de ez li ser Kaniyê Spî bûm. Balafiran li ser serê me da, kêm mabû di nava pezê me de bide. Şevê din 3 caran avêtin, li pişt pezan dan. Qeymeqam dibêje divê bila pezê li herêmê bêne xwarê. Baş e qeymeqam ev vî pezî bînin xwarê, em ê çi bikin? Jiyana vî gelî hemû li ser vî pezî ye. Ez bi xwe şivanim, mesela jiyana min li ser vî pezî ye. Êrîşên wan bi giranî ji her alî ve zerarê dide gel.

Qeymeqam ji keya re gotiye, ji şivan re bêje bila bê xwarê. Em çi bikin? Havînê ez ê pez bibim ku derê? Cihê çêrandina pez ev der e. Dibêjin pezê xwe bifiroşin. Pez nayê firotin. Hatineya me, debara me li ser vî pezî ye. Ev der zozan e, şênkahiye, av lê heye, cihê me ye. Ev der nebe, ez ê pez bi ku ve bibim. 

Şevê din heta saet 1'ê em nikarîbûn razê. Dibêjin 'balafir li hedefên hatine destnîşankirin didin'. Ev derew e. Êrîşî me dike, zerarê dide şivanan, zerarê dide pez. 

Rizgar (Şivanê gundê Alakan): Şevê din hatin, bombe avêtin nuqteyên nêzîkî me, em di nava pezan de bûn. Li derdora me cihek tinebû em xwe lê veşêrin. Hema me xwe di nava pez de veşartin, heta ew çûn. Me şeva xwe di nava pezan de derbas kirin. Em li vê derê pezê xwe diçêrînin, kes nikare me ji vir daxîne xwarê. 

Ev der axa me ye, kes nikare me ji vir derxîne. Em dibêjin bila bes van balafiran di ser serê me re bigerînin. Bila dest ji vê yekê berdin.

Rêber (Şivanê gundê Alakan): Duh bi şev saet di 20:00 de destpê kir heta saet 02:00 ê şev balafir di ser serê me re geriyan. Em gelekî pê aciz bûn. Me nizanîbûn em ê çi bikin, em tirsiyan. 

Bi rêya keya rayedarên dewletê gotine bila pezê xwe bînin xwarê. Lê mehên biharê ye, pezê me birçîne, em nikarin ji vê cihê çêre dakevin xwarê. Niyeta me nîne em dakevin. Li xwarê çêreya me nîne. Balafir jî tê, her şev jî were, dîsa em ji vir danakevin. Debara me pez e. Pez nebe ti kar nîne em bikin. Qeymeqam bêbextiyê dike.

Ez xwe ji bo zanîngehê amade dikim. Pere nîne. Dixwazim bi vî karî hinek pere qezenç bikim ji bo xwendinê. Şivantiyê dikim, ji bo xwendina xwe. 

Maliya (Welatiya gundê Alakanê): Xwedê vê zilm û zora li ser serê Kurdan qebûl neke. Em bêrî ne, em neçar in. Em ê bi çi zarokên xwe xwedî bikin? Ji ber bomberdûmanê em nikarin bên çiyê, pezê xwe bidoşe. Xwedê vê qebûl nake. Înşalleh ev zilm wê biçe serê Erdogan jî. Ma em jî guneh nîne? Em tên serê çol û çiyan, ne meeşê me hene, ne mal û milkê me hene. Ka em ê çi bikin, em ê bi ku ve biçin? 

Dayikek ji gundê Alakanê: Ez Geverî me, pezan xwedî dikim. Debara me bi van pezan e. Ev Serokkomar çi ji me dixwaze, ji bo çi pezê me dide ber top û bombeyan. Jiyana me ev e, çavkaniya debara me ev e, em ê zarokên xwe bi çi xwedî bikin? Dibêjin bila pezê xwe bînin xwarê, em ê pezê xwe bi ku ve bibin. Dibêje ez edalet im, ez Misilman im. Çi Misilmantiya we heye? Ti Misilmantiya wan nîne. Radihêje Quranê bilind dike. Gelo ji Quranê, ji Xwedê natirse? Bila kurê wî bê eniya şer, bila ew bên kuştin. Ka Misilmantiya wan. Em jî welatiyên vî welatî ne, vê zilmê li me dikin. Xwedê vê zilmê qebûl nake. 

Emîne (65 salî): Tên pezê me didin ber bombeyan, gelo Xwedê vê qebûl dike? Înşalleh heq û hiqûqê me wê ji van were standin. Ez jineke 65 salî li serê van çiya me. Pezê me didin ber top û bombeyan, Xwedê tu vê qebûl neke. Em bi ku ve bibin. Axa me jî ji me bistîne, em ê çi bikin? Diz e, mirovkuj e, beraz e, mirov nîne, inşalleh Xwedê wê cezayê wî bidê.

...