‘Em her derê veguherînin qada berxwedanê’
DEM-GENÇ’ê bang li tevahî ciwanên Kurdistan û Tirkiyeyê kir ku heta qetlîam bên sekinandin bêdem her derê veguherînin qadên berxwedanê.
DEM-GENÇ’ê bang li tevahî ciwanên Kurdistan û Tirkiyeyê kir ku heta qetlîam bên sekinandin bêdem her derê veguherînin qadên berxwedanê.
DEM-GENÇ’ê diyar kir ku ji 24’ê Tirmehê ve çiya û bajar tên bomberdûmankirin, gel ji 7 heta 70 salî bi polîtîkayên qetlîamê re rû bi rû hatine hiştin. DEM-GENÇ’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Polîtîkaya tecrîdê ya dijî mirovatiyê li ser Rêber Apo ji Nîsanê ve ketiye meriyetê. Bi provakasyonên Edene, Mersîn, Qetlîama Amed, Pirsûs û 24’ê Tirmehê û şûn de pêvajoya qirkirina mezin ketiye meriyetê.”
EM MAFÊ XWE YÊ BERXWEDANA DEMOKRATÎK BIKAR BÎNIN
Di daxuyaniyê de hat gotin ku “li Sûrê, Cizîr, Silopiya, Gever, Kerboran û Nisêbînê li dijî gelê Kurd konsepta îmhayê ya topyekun ketiye meriyetê” û wiha berdewam kir: “Em bi ruhê Denîzan, Mahîran, Mazlûman, Kemalan bêyî demê winda bikin derkevin kolanan û mafê xwe yê berxwedanên demokratîk bikar bînin. Li ser vî esasî em ji qetlîamên li dijî gelê Kurd, li dijî berxwedana xwerêveberiyan re bêjin rawest e. Eger qetlîam hebe wê berxwedan jî hebe.”
HER DER JI BO BERXWEDANA BÊDEM!
Di daxuyaniya DEM-GENÇ’ê wiha hat gotin:
“Em wek DEM-GENÇ’ê li dijî qetlîamên çeteyên AKP’ê, zanîngehan, lîseyan, qadan, fabrîkayan, her deverên ku em lê ne veguherînin qada berxwedanê. Bêyî em demê winda bikin, demildest divê her hevalê me yê ciwan derkeve kolanan û dengê xwe li dijî qetlîaman bilind bike. Ji niha û şûn de divê kêliyekê jî rawestandin çênebe û em dengê xwe bidin dengê berxwedanê. Em bang li tevahî ciwanên Kurdistan û Tirkiyeyê dikin ku heta qetlîam bi dawî bibin, bêdem li ber xwe bidin.”