'Em bang li Misilmanan dikin ku li dijî zilma li hemberî gelê Kurd derkevin'
Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK), li hemberî qetlîamkeriya AKP'ê ya li Bakurê Kurdistanê banga berxwedanê kir. CÎK'ê her wiha banga tevlîbûna meşa Dusseldorfê kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya CÎK'ê de hat gotin, "Welatê me Kurdistan kirine gola xwînê. Li aliyekî DAIŞ a wehşî, li aliyê din AKP û dewleta Tirk a Kemalîk ku DAIŞ a bi gravat in, bi hovane gelê me qetil dikin."
Di daxuyaniyê de işaret bi çavkanya bingehîn a ola Îslamê Quranê hat kirin û hat destnîşankirin, ku qetilkirina mirovên bêparastin, qetilkirina mirovahiyê ye.
'DI REWŞEKE BEREVAJÎ DE EM Ê HEMÛ BIŞEWITIN!'
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di demeke ku zarok, jinên ducanî û extiyarên bêguneh li pêş çavên mirovan bi hovane tên qetilkirin, îbadetxaneyên me, goristanên me, Qurana me tên şewitandin de, ey gelê mezlûm ê Kurd, ey civata Misilman; hûnê heta kengî li hemberî vê zilma li gelê Kurd tê kirin sebir bikin?" Di dewama daxuyaniyê de banga berxwedana li dijî zilmê hat kirin û hat gotin, "Di rewşeke berevajî de ev zilm hem li vê cîhanê, hem jî wê li dinya din mîna xeleke ji agir me bişewitîne."
Civaka Îslamî ya Kurdistanê bang li hemû Misilmanên durust û gelê Kurd kir ku li dijî zilmê dengê xwe bilind bikin û bang li Kurdistaniyan kir ku tevlî protestoya roja Şemiyê ya li bajarê Elmanya Dusseldorfê bibin.