Elewiyan çelengên reş danîn ber sefaretxaneyên Tirk ên li Viyana, Frankfûrt û Munihê

Elewiyên li Ewropa ji bo protestokirina qetlîamên dewleta Tirk ên li Kurdistanê li pêşiya sefaretxaneyên Tirk hatin cem hev û çelengên reş danîn.

Elewiyên li Ewropa ji bo protestokirina qetlîamên dewleta Tirk ên li Kurdistanê li pêşiya sefaretxaneyên Tirk hatin cem hev û çelengên reş danîn. Elewiyan li Viyana, Frankfûrt û Munihê çalakî li dar xistin. li paytexta Fransa Marsîlya jî Kurdistaniyan di hundirê Nûnertiya YE de çalakî pêk anîn.

VIYANA

Li paytexta Avusturya Viyanayê Elewî û nûnerên saziyên demokratîk li nêzî sefaretxenaya Tirk hatin cem hev û bi mîtîngekê ve terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê protesto kirin.

Elewî û nûnerên saziyên demokratîk li pêşiya Serfaretxaneya Tirk a Viyanayê hatin cem hev û daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di pêvajoya dawiyê de li Tirkiye û Kurdistanê qetlîam pêk tên, siyasetmedar, rewşenbîr, hevşaredar, kesên hilbijartî, rojnameger tên girtin û mafên ferd û azadî tên binpêkirin.

Polîsan nehiştin girse biçe pêşiya saferatxaneyê, li ser vê du kesan piştî hevdîtinan li pêşiya sefaretxaneyê çelenga reş danîn.

Di çalakiyê de dirûşmên, “Qatil Dewlet”, “ Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan”, “Qatil Erdogan”, “Qatil Dewlet Wê Hesap Bide” hatin berzkirin.

Her wiha ji bo çalakiya rûniştinê ya wê rojên Pênçşem û Înê li pêşiya Parlamentoya Avusturya bê lidarxistin jî banga tevlîbûnê hat kirin.

FRANKFURT

Li ser banga Federasyona Yekîtiya Elewiyan a Elmanya (AABF) ji bo protestokirina êrîşên qirkirinê yên li Kurdistanê li pêşiya Sefaretxaneya Tirk a li Frankfûrtê çelenga reş hat danîn.

Li Frankfûrtê Elewî û nûnerên saziyên demokratîk saet 10.30’an li pêşiya Sefaretxaneya Tirk hatin cem hev, bi Elmanî û Tirkî daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser pêkanînê dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê. Di daxuyaniya qetlîamên li Kurdistanê hat bibîrxistin de wiha hat gotin: “Erdogan û hikûmeta wî ya li hember banga aştiyê ya rewşenbîr û nivîskaran jî tehamula wî tineye, rexmê her kesî jî şer îlankiriye. Li Wanê qetilkirina 12 ciwanên Kurd polîtîkayek dewletê ya bi zanebûn e. Êrîş wê nikaribin berxwedana gelê Kurd bişkîne.”

Di daxuyaniyê de hat aşkerakirin ku divê li hember qetlîaman kes bê deng nemîne, banga mezinkirina têkoşînê hat kirin û piştî axaftinan li pêşiya Sefaretxaneya Tirk çelengê reş hat danîn.

Di çalakiyê de dirûşmeyên, “Qatil Dewlet”, “ Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan”, “Qatil Erdogan”, “Qatil Dewlet Wê Hesap Bide” hatin qîrkirin.

MUNÎH

Li bajarê Munîh ê Elmanya jî girse bi banga AABK û AABF hat cem hev, piştî mîtîngê çelengê reş danî pêşiya Sefaretxaneya Tirk. Nûnerê Herêma Bayern ê AABF’ê Ercan Kara di çalakiyê de axivî destnîşan kir ku ji bo bibêjin bila êdî zarokên wan nemirin li hev kom bûne. 

Kara bi bîr xist ku wê li hember pêkanînên dewleta Tirk bêdeng nemînin, wiha domand: “Divê bi taybet ji polîtîkayên qirêj ên AKP’ê yên li ser Kurdistanê dimeşîne ti kes netirse. Ji ber ku di van qetlîamana jiyana dayikên me, jin û zarokên me bi dawî dikin, wê sibehê ji ber baweriyên wan dor were Elewiyan jî. Ji bo vê jî divê em bi mil bi mil ji bo mezinkirina piştevaniya mazlûman em yekîtiya xwe ya çalakiyan pêş bixin.”

Seroka Yekîtiya Jinên Elewî ya Elmanya Songul Togubay jî wiha axivî: “Gelek tişt hene divê em bibêjin, lê di serî de beriya her tiştî niha em dikarin du axaftina bikin. Divê ev şer tavilê bê bidawîkirin.”

...