Elektrîka Kobanê wê ji Teşrînê be
Ekîbên pispor ên Desteya Enerjiyê ya Kobanê, ji bo ji Bendava Teşrînê elektrîkê bigihînin Kobanê, li xeta ji 65 km'yî xebatên xwe yên çêkirina şebekeyê didomînin. Heta niha li 35 km'yan ev şebeke hatiye çêkirin.
Ekîbên pispor ên Desteya Enerjiyê ya Kobanê, ji bo ji Bendava Teşrînê elektrîkê bigihînin Kobanê, li xeta ji 65 km'yî xebatên xwe yên çêkirina şebekeyê didomînin. Heta niha li 35 km'yan ev şebeke hatiye çêkirin.
Piştî 26’ê Kanûna 2015’an ango piştî şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk Bendava Teşrîn ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, midûriyetê yekser li wir dest bi xebatên sererastkirina tora elektrîkê kir.
Tevî hejmara kêm a karker û xebatkaran, li wir kar hat dabeşkirin û wekî ekîb ketin nava kar. Her ekîbekê xebateke pisporî dida meşandin. Piştî 11 rojan ji karê bênavber nîvê şebekeya elektrîkê ya di navbera bendavê û Stasyona Ceyranê ya Kobanê de sererast kir.
Xeta ku hatiye amadekirin dirêjahiya wê 65 km heye jê 35 hatiye sererastkirin ango heta rêya pêşiya bajarokê Sirrînê ku 30 km dikeve başûr bajarê Kobanê hatiye amadekirin.
Ji ber mayînên ku çeteyan li her derê çandibûn, car caran xebatên midûriyetê hin astengiyan dikişînin û derengî dike kar. Li derdora ambarên Sirrînê ku gelek bircên ceyranê lê hene gelek mayîn hene. Ekîbên pispor ên rakirina mayîn ku girêdayî hêzên Hêzên Sûriyeya Demokratîk in niha mayînan derdixin û bêbandor dikin da ku xebatkar karê xwe dewam bikin.
Midûriyeta Elektrîkê ya Kantona Kobanê bi çavdêrî û piştgiriya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan kar û xebatên xwe birêve dibe.
Rêveberê Midûriyetê Fehed Mihemed dibêje ku wê karê xwe heta dawiyê dewam bikin da ku ceyranê bidin Kobanê.
Gelê Kantona Kobanê ji ber dorpêçiya çeteyan û xerabûna ku li herêmê û derdorê kirine, ev sê sal in ji ceyranê mehrûm mane. Hêviya welatiyan bi vê bendavê pir mezin e ku careke din ronahiyê li wan vegerîne.