'Eger tu Kurd be, ji bo dewletê ne girîng e tu cerdevan an jî mamoste ye'
Beriya qedexeya derketina derve ya li Cizîrê, bi rêya SMS'ê ji mamosteyan hat xwestin ku bajêr biterikînin. Tevî bangê jî 8 mamosteyan biryar dan ku li Cizîrê bi gel re bimîne.
FERHAT ARSLAN
ŞIRNEX / ANF
duşem, 21 berfanbarê 2015, 09:30
Beriya qedexeya derketina derve ya li Cizîrê, bi rêya SMS'ê ji mamosteyan hat xwestin ku bajêr biterikînin. Tevî bangê jî 8 mamosteyan biryar dan ku li Cizîrê bi gel re bimîne. 8 mamosteyên li heman malê dimînin gotin, "Çi cerdevan, çi jî mamoste, eger tu Kurd be li ber çavên dewletê tu terorîst e. Me jî biryar dan ku li cem gelê xwe û zarokên xwe bimînin. Eger em ê bimirin jî em bi hev re, bi gelê xwe re bimirin. Eger em bireviyan, em nikarîbûn careke din derkevin pêşberî van zarokan."
8 mamosteyên nerazîbûn nîşanî SMS a dewletê ya ji bo terikandina bajêr dan, li malekê kom bûn û destekê didin berxwedana gelê Cizîrê. Mamoste tevlî çalakiyên bi şev ên derxistina deng dibin û dibêjin ku ew dixwazin heta mirinê bi xwendekarên xwe re bimînin. Mamosteyan diyar kirin ku dibistanên wan perwerde lê didan veguherîne leşkergehê û destnîşan kir ku ew ne tenê ji bo qezenckirina pereyan hatine Cizîrê.
'EGER EM Ê BIMIRIN, BILA BI HEV RE BE'
Mamosteyê dibistana seretayî Nîzam Kaplan da xuyakirin, ku ji bo mamoste Cizîrê biterikînin bi rêbaza 'DAIŞ'ê hatine çavtirsandin û anî ziman ku tevî vê yekê jî bi 8 mamosteyan re ew li hev kom bûne û biryar dane ku bajêr neterikînin.
Kaplan diyar kir ku dema mesaj hat şandin mamosteyan yek bi yek dest bi revê kirin û got, "Dema li pêş çavên me rev çêdibû, rewşa Şengalê û êrîşa DAIŞ'ê hat pêş çavê min, ku berê Şengalê dagir bike mesaja 'em tên, em ê we qetil bikin' dan û bûn sedem ku gel bireve. Dewletê jî li vê derê xwest heman mesajê bide û xwest, her kes bireve. Reva mamosteyan jî di nava mirovan de rê li ber tirs û fikaran vekir. Em 8 mamoste, ji destpêkê ve me dixwest bimînin û em niha li heman malê ne.
Di destpêkê de me pêdiviyên xwe yên destpêkê peyda kirin û dan hev. Li vê derê, tiştek ji destê me neyê jî qet nebe em bi şev deng derdixînin, dirûşmeyan diqîrin û hewl didin moral û motîvasyonê bidin gelê li derdora xwe. Ji bilî vê, teqîn me ditirsîne, ji ber ku ne diyar e bombe li ku derê dikeve. Li taxan elektrîk nîne, avahiyên bombe lê dikevin, ji nişka ve hildiweşin. Û mirov difikre; gelo li wê malê mirov hebûn? Çend mirov hebûn? Pirs û fikarên bi vî rengî yekser dikevin hişê mirovan."
Kaplan got, "Em mamostetiyê ji van zarokan re dikin, lewma divê em bimînin" û destnîşan kir, ku dema wan Cizîr biterikanda, careke din nikarîbûn li rûyê xwendekarên xwe binêhiriyan, lewma wan bajar neterikandine.
ZÎHNIYETA 'LI ŞÛNA KU TU YÊ GELEKÎ BIXWÎNE Û BIBE TERORÎST, KÊM BIXWÎNE Û BIBE CERDERVAN' HEYE
Kaplan da zanîn ku dibistana ew lê mamoste bû veguheriye leşkergehê û destnîşan kir ku êdî li ber çavên dewletê cerdevan an jî mamoste nayê ti wateyê. Kaplan ragihand ku perwerdebûna zarokan jî weke 'karê terorîstî' tê pênasekirin û got, "Dibistana Seretayî ya Ahmet El Cezerî ku ez lê mamoste me, niha veguheriye leşkergehê. Niha li hewşa dibistanê tank bi cih bûne. Leşkerên ketine dibistana ez lê mamoste bûm, li ser text nivîs nivîsandine û di medya civakî de van nivîsan parve dikin. Leşkerên ku perwerdeya zarokan asteng dikin li ser text nivîsa 'li şûna ku tu yê gelekî bixwîne û bibe terorîst, kêm bixwîne û bibe cerdevan' dinivîsînin. Nêrîna dewletê ya li me, ji aliyê van leşkeran ve li textê dibistanê hatiye nivîsandin. Divê zanibin ku em ji vê yekê nerazî ne. Dewleta ku dixwaze her kesî bike cerdevan divê êdî bibîne; cerdevan bi xwe jî di vê pêvajoyê de biryar dane ku dernekevin operasyonan. Girîng e Kurd jî vê yekê baş zanibe û bibîne; tu cerdevan jî be, tu mamoste jî be, ji bo dewletê tu ne tiştek e. Lewma em hemû di hedefê de ne."
Kaplan da xuyakirin ku ew bi tenê ji bo qezenckirina nehatiye Cizîrê û destnîşan kir, ku ew jiyaneke ku pêşeroja civakê zarok lê tên qetilkirin, red dikin.