‘Eger şer bidome em ê vegerin Kurdistanê!’
Protestoyên li dijî polîtîkayên qetlîamê yên AKP’ê yên li ser Kurdistanê dewam dikin. Li Dîlok, Semsûr, Stenbol û Êlihê li hember qetlîaman bertekên tund hatin dayin, berxwedanên gel hatin silavkirin.
Protestoyên li dijî polîtîkayên qetlîamê yên AKP’ê yên li ser Kurdistanê dewam dikin. Li Dîlok, Semsûr, Stenbol û Êlihê li hember qetlîaman bertekên tund hatin dayin, berxwedanên gel hatin silavkirin.
Protestoyên li dijî polîtîkayên qetlîamê yên AKP’ê yên li ser Kurdistanê dewam dikin. Li Dîlok, Semsûr, Stenbol û Êlihê li hember qetlîaman bertekên tund hatin dayin, berxwedanên gel hatin silavkirin.
DÎLOK
Endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Dîlokê li Parka Yeşîlsû çalakiya rûniştinê li dar xistin û daxuyanî dan. Tevî hewaya sar û baranê jî dayikan çalakiya xwe ya rûniştinê domandin, dowîzên, “Cizîr, Sûr, Dêrik, Silopiya û Nisêbîn ne bi tenê ye” rakirin.
Berdevka Meclîsa Dîlokê ya Dayikên Aştiyê Habîbe Tîşkaya diyar kir ku azadiya Ocalan destpêka çareserkirina pirsgirêkan e.
SEMSÛR
Hevbirên Platforma Demokrasiyê li Semsûrê bi daxuyaniya çapemeniyê ve li Parka Demokrasiyê qetlîam protesto kirin.
Hevserokê Şaxa Semsûrê ya Egitim Senê Hasan Basrî Yorûlmaz ji bo merasîma Qetlîama Mereşê ya wê 19’ê Kanûnê li Mereşê bê lidarxistin banga tevlîbûna girseyî kir.
STENBOL
Komaleya Perwerde û Lêkolîn a Kerborana Mêrdînê û Gundên Derdor (DARDER) û Komaleya Deywaniyan (Deywan Der) têkîldarî qedexeya kolanan ên li navçeyên Nisêbîn û Kerboran ên Mêrdînê didomin û qetlîaman li pêşiya DARDER’ê daxuyaniya çapemiyê dan. Platforam Komaleyên BaşûrRojhilat, Federasyona Komaleyên Mêrdînê, Konfederasyona Komaleyên Mezopotamya tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankart hatin vekirin, dirûşmeyên, “Her Der Kurdistan, Her Dever Berxwedan”, “PKK Gel E, Gel Li Vir E” hatin qîr kirin. Daxuyanî ji aliyê Wekîlê Serokê Federasyona Komaleyên Mêrdînê Abdo Yilmaz hat
‘EM Ê VEGERIN KURDISTANÊ!’
Yilmaz destnîşan kir ku eger AKP’e di vê polîtîkaya xwe ya şer a li ser Kurdistanê dimeşîne israr bike, wê têk biçe. Yilmaz bi bîr xist ku gelê Kurdistanê li hember şerê hikûmeta AKP’ê serî natewîne, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ji Kurdistanê koç nakin. Eger qedexeyên kolanan û şer berdewam bike, wê girseya me ya li Stenbolê jî vegere Kurdistanê.”
Sekretera Giştî ya DARDERÊ Îmran Çelîk jî destnîşan kir ku êdî ji zêdetir êş û rondikan re ti tehamula me nemaye.
ÊLIH
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê û hevbirên KJA’yê terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê bi meşekê protesto kirin. Jinên li pêşiya Sînemaya Yilmaz Guney hatin cem hev, bi piştgiriya rêveberên HDP’ê, nûnerên dezgehên civaka sivîl û gel ve bi dirûşm, tilîlî û çepikan heta Parka Ataturk meşiyan.
‘GELÊ KURD TÊK NAÇE’
Berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê Sûltan Azboy tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan şermezar kir. Azsoy bi bîr xist ku her roj hêzên dewleta Tirk zarok û jinan dike hedef, her roj qetlîamên nû pêk tîne, wiha berdewam kir: “Bila baş bizanibin gelê Kurd bi qetilkirinê ve bi dawî nabe. Êdî êrîşî Dayikên Aştiyê jî dikin. Ev êrîş êrîşa li dijî aştiya Tirkiyeyê ye.”
Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran jî banga vegerîna Mutabaqata Dolmabahçe li hikûmeta AKP’ê kir.