Dogan û Otay ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin oxirkirin
Cenazeyên ciwanê bi navê Serhat Dogan ê ku roja berê ji aliyê polîsên Tirk li Sûrê hate qetilkirin û gerîllayê HPG'ê Mehmet Otay (Bahoz Zana) ê ku 3 meh berê di şer de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.
ANF
AMED
pêncşem, 24 berfanbarê 2015, 15:10
Cenazeyên ciwanê bi navê Serhat Dogan ê ku roja berê ji aliyê polîsên Tirk li Sûrê hate qetilkirin û gerîllayê HPG'ê Mehmet Otay (Bahoz Zana) ê ku 3 meh berê di şer de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke girseyî hatin veşartin. Piştî meşê, girse ber bi Sûrê ve meşiya.
Ciwanê bi navê Serhat Dogan (19) ê ku roja berê li navçeya Sûr a Amedê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hate qetilkirin û gerîlayê HPG'ê Mehmet Otay (Bahaz Zana) ê ku 3 meh berê li bejahiya Wanê di şer de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmek bi tevlîbûna hezaran kesî ve li Goristana Yenîkoy a Amedê hatin veşartin. Tevî hemû êrîşên polîsan, bi hezaran kes li ber Goristana Yenîkoyê darbestên Otay û Dogan pêşwazî kirin. Girseya gel darbestên Otay û Dogan hilgirtin ser milan û anîn cihê lê bên veşartin.
Piştî rêzgirtina ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê, cenazeyên Otay û Dogan hatin veşartin. Piştî axaftinan, girse ber bi navçeya Sûrê ve dest bi meşê kir.