BI DÎMEN

'Divê tevahî partiyên Kurd piştgiriyê bidin berxwedana gelê li Bakur'

Cîgirê Serokê Giştî yê PDK-S Yûnis, ji bo berxwedana Bakurê Kurdistanê banga piştgiriyê kir.

Cîgirê Serokê Giştî yê PDK-S Yûnis, ji bo berxwedana Bakurê Kurdistanê banga piştgiriyê kir. Yûnis diyar kir ku dewleta Tirk naxwaze Kurd xwedî statu bin û  got: “Em li cem gelê xwe yê Bakûr ê ku li dijî van dîktator û zalimana li ber xwe didin cih digirin.”

Cîgirê Serokê Giştî yê PDK-S (El-Partî) Yûnis Selîm ji ANF’ê re axivî, wiha ragihand: “Gelê me yê li Sûriyeyê li dijî terora DAIŞ’ê li ber xwe da û di astekê de hin maf bi dest xist. Bi taybet jî bi berxwedan û xweparastinê ve di Rojava de hatin heta astekê. Li ser van axên dîrokî de hewldan û xebatên girîng ên gelê me yê Bakurê Kurdistanê çêbûn. Di vê pêvajoyê de vî gelê gelek şehîd dan. Ji ber vê jî dewletaTirk û pergala wê nahêle gelê me li Bakur statuyek bi dest bixe. Çendan caran ev mijar bi rêya çapemeniyê anîn ziman. Lewre gelê me yê li Bakurê Kurdistanê niha di nav berxwedanek pir mezin de ye û berê xwe dan pêvajoya berxwedanê.”

‘ERDOGAN DIXWAZE OSMANIYAN ZINDÎ BIKE’

Yûnis diyar kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk pêwîst e bi derdorên navneteweyî re têkîliyên dîplomatîk dewam bikin, wiha axivî: “Êrîşên dewleta Tirk hewld dide ku me bixe nav şerekî mezin. Bi vî awayî jî dixwaze zêdetir Kurdan bikuje. Divê em zêdetir li ber xwe bidin, di serxwebûna xwe bi israr bin, her tim mafê xwe bînin ziman, çekên xwe jî ji bo armancên aştiyane bikar bînin.”

Yûnis destnîşan kir ku AKP’e û Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan naxwaze gelê Kurd statuyekê bi dest bixe, wiha pê de çû: “Erdogan hê jî dixwaze îdareya dewletên û sînorên berê di bin hukmê Osmaniyan de bû pêk bîne. Xeyala zîndîkirina Osmaniyan a dewleta Tirk, ev zîhniyeta paşde mayî, di vê pêvajoyê de nikare dewam bike.” Yûnis bi bîr xist ku dixwazin bi Tirk, Ereb û Farsan re hevpar bijîn.

BANG LI PARTIYÊN KURDAN

Cîgirê Serokê Giştî yê PDK-S Selîm Yûnis, herî dawî ev bang kir: “Em her tim li dijî van dîktator û zalimên ku bi fikrek teng Îslamê tîne ziman, gel û mezheban bi hev dide şkandin, li cem gelê xwe yê li Bakurê Kurdistanê li ber xwe didin cih digirin. Ji ber vê sedemê, pêwîst e partiyên Kurdan heta dawiyê li cem gelê me yê Bakur bin, çi piştgiriya pêwîst be jî bi cih bînin.”