BI DÎMEN

'Divê jinên Başûrî jinên li Rojava ji xwe re weke mînakê bibînin'

Konferansa "Di çarçoveya nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li Rojhilata Navîn aştî û aramî" ya li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê, di roja duyemîn de ye.

Konferansa "Di çarçoveya nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li Rojhilata Navîn aştî û aramî" ya li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê, di roja duyemîn de ye.

Roja duyemîn a konferansê bi panela bi sernavê "Pirsgirêka azadiya jinê" destpê kir. Moderatora vê panelê Zehra Ahmed Mûhammed, ku aktîvîsta jinê û akademîsyena Fîlîstînî ye, kêxweşiya xwe ya ji ber konferanseke bi vî rengî anî zimên û Ocalan silav kir. Mûhammed got, "Ez ji nava rêxistineke jinan a Fîlîstînî têm. Gelek nirxandinên girîng ên Birêz Ocalan li ser Fîlîstînê hene. Lewma ji ber ku di vê konferansê de amade me, gelekî kêfxweş im. Bi dîtina min, nêrînên Birêz Ocalan ewçend xurt e, ti carî hilnaweşin. Ez wî silav dikim."

Parêzvana mafên mirovan û mafên jinê hiqûqnas Sirûd Ahmed li panelê axivî û bal kişand ser asta pêşketinê ya jinên li Rojavayê Kurdistanê.

Ahmed destnîşan kir, ku divê jinên li Başûrê Kurdistanê di mijara azadiyan de ji xwe re jinên Rojavayî mînak bibînin û got, "Pêwîstiya Başûrê Kurdistanê bi guhertineke bi vî rengî heye."

Ahmed ev nirxandin kir: "Qanûnên heyî, li Başûrê Kurdistanê pêşî li zewaca bi gelek jinan re nagirin. Li ser bedena jinê bazirganî tê kirin. Fûhûş heye. Li qada siyasî û civakî tevgereke jinê heye, lê li Rojhilata Navîn şensê serketinê yê jineke zewicî kêm e. Mêr naxwazin jin serketî bin. Ev rewş bandorê li kesayeta jinê dike." Ahmed da xuyakirin, ku dema mirov li profîla jinê ya partiyên li Başûrê Kurdistanê dinêrin vê yekê dibînin û got, "Profîla jineek serbixwe, serketî nîne. Dema mirov jinên li Rojava û Başûr bînin beramberî hev, tê dîtin ku Rojava gelekî li pêş e. Bi rola xwe radibin. Li Başûr jî pêwîstî bi guhertîn û veguherîneke bi vî rengî heye."

Endama Koordînasyona Kongreya Azadiya Jinê (KJA) Sara Aktaş jî got, "Desthilatdariyeke mêr heye, ku bi tinehesibandina jinê, bi rê ve diçe. Xwe dispêre redkirina cihêrengiya jinê. Ji aliyê mêr ve hatiye destnîşankirin ku jin çi ye, divê çawa bê pênasekirin. Mêr weke mejî, jin jî weke beden nirxandiye. Ya ku di mînaka DAIŞ'ê de hat dîtin, ev e."

Aktaş da xuyakirin, ku di derketina holê ya jina Kurd a têkoşer de rola Ocalan diyarker e û got, "Lewma Bi tevgera azadiyê re dîroka jinê ji nû ve hatiye nivîsandin. Jinê ne tenê daxwaza azadiyê kiriye, di heman demê de xwe veguherandiye hêza guhertina civakê. Bîrdozî û nêzîkatiay felsefî ya Birêz Ocalan pêşengiya vê kiriye."

Endama Koordînasyona Kongra Star Leyal Reşîd Kahraman jî destnîşan kir, ku jinên Rojavayî bi şoreşa xwe ve hem ji bo jinên li cîhanê, hem jî ji bo tevahiya mirovahiyê bûne hêviya jiyaneke nû û azadiyê.

Konferans bi nîqaşên li ser pirsgirêka jinê ya li Rojhilata Navîn dewam dike.

...