'Divê civaka navneteweyî zextê li dewleta Tirk bike'
Ji Komeleya Mafên Mirovan a Hêvî ya Iraqê Srûd Mihemed diyar kir ku berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê rewa ye û bang li hezên navneteweyî û parêzvanên mafên mirovan kir, ku li dijî AKP'ê helwestê nîşan bidin.
FERZAD EMÎN EYYUB
KERKÛK
în, 25 berfanbarê 2015, 12:26
Ji Komeleya Mafên Mirovan a Hêvî ya Iraqê Srûd Mihemed diyar kir ku berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê rewa ye û bang li hezên navneteweyî û parêzvanên mafên mirovan kir, ku li dijî AKP'ê helwestê nîşan bidin.
Seroka Şaxa Kerkûkê ya Komeleya Mafên Mirovan a Hêvî ya Iraqê Srûd Mihemed, qetlîamkerî û êrîşên AKP'ê yên li Bakurê Kurdistanê ji ANF'ê re nirxand.
Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze di şexsê jin û ciwanên Kurd de bi temamî daxwaza azadiyê ya Kurdan tine bike.
Mihemed nerazîbûn nîşanî desthilatdariya AKP'ê da ku di dema dawî de gelek jin li naverastê înfaz kir û got, "Dewleta Tirk bi zanebûn jin û ciwanan hedef digire. Ji ber ku jin û ciwan hêzên pêşeng ên civakê ne, her roj li naverastê qetil dikin. Jinên Kurd, di mijara pêşengiya ji civakê re, bi qasî ku li ti devera cîhanê nayê dîtin, bi awayekî aktîf di nava siyaset û jiyanê de ne. Jinên Kurd di vê mijarê de, li gelemperiya cîhanê her kes kirine heyranê têkoşîna xwe. Xalên 16. û 25. ên Peymana Neteweyên Yekbûyî li ser rola jinê ya pêkanîna aştî û aramiya civakê ye. Jinên Kurd di nava jiyanê de vê yekê bi cih tînin."
'AKP XWEDÎ ÇARESERÎ NÎNE'
Mihemed ragihand ku mîna Bosnayê, li Tirkiyeyê jî şer herî zêde bandorê li jinan dike û got, "Yên rastî tecawizê tên, tên kuştin, îşkence lê tê kirin û êşê dikişînin jin in. Dewleta Tirk bi êrîşa li hemberî jinên ji bo azadiyê têdikoşin re, dixwaze derbê li têkoşîna azadiyê ya civakê bixe. Desthilatdariya AKP'ê bi êrîşa li hemberî jinan re dixwaze têkoşîna xwerêveberiyê ya Kurdan ji holê rake. Ji ber ku çareseriya pirsgirêka Kurd di rojeva Erdogan de nîne."
'BERXWEDAN REWA YE'
Mihemed da zanîn ku dewleta Tirk, pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di Newroz a2013'an de hat destpêkirin rast nenirxandiye û di nava vê demê de serî li komkujiyan daye û got, "Îro di nava êrîşeke topyekûn de ne. Xala 1. a Peymana Mafên Mirovan a Navneteweyî li ser parastina azadî û mafên mirovan e. Lê belê azadî û mafên mirovan li aliyekî, Tirkiye gelê Kurd tine dihesibîne. Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê red dike. Azadiya rêxistinbûyîn û ramanê nîne. Di rewşeke bi vî rengî de, weke gelekî xwestina mafê xwe, gelekî rewa ye."
'DIVÊ ÊDÎ PARÊZVANÊN MAFÊN MIROVAN DENGÊ XWE BILIND BIKIN'
Mihemed parêzvanên mafên mirovan ên li welatên Ewropayê û cîhana rojava rexne kir, ku li hemberî qewimînên li Bakurê Kurdistanê bêdeng in û bang li hêz û raya giştî ya cîhana rojava kir ku zextê li dewleta Tirk bikin û têkoşîna mafdfar a Kurdan bibînin. Mihemed got, "Parêzvanên mafên mirovan, dema binpêkirineke mafên mirovan li cîhana rojava diqewime qiyametê radikin. Lewma nabe ku li pêşberî vê zilm û komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, bêdeng bimîne. Divê civaka navneteweyî zextê li dewleta Tirk bike, li hemberî polîtîkayên komkujiyê helwestê nîşan bide û zextê bike."