Dikanên li Nisêbînê girtî ne
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, esnafan îro jî dikanên xwe venekirin. Hat ragihandin, ku li qedexeya li 4 taxan, wê 7 saetan navber bê dayîn.
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, esnafan îro jî dikanên xwe venekirin. Hat ragihandin, ku li qedexeya li 4 taxan, wê 7 saetan navber bê dayîn.
Li Nisêbînê ku ev 4 roj in di bin navê qedexeya derketina derve de rewşa awarte lê heye, li taxên Abdulkadîrpaşa, Firat, Dîcle û Yenîşehîrê qedexe ji bo demeke kurt hat rakirin. Di daxuyaniya qeymeqamtiyê de hat ragihandin ku qedexe di navbera saet 09:00-16:00 de qedexe bi awayekî demkî hatiye rakirin.
Li aliyê din, li taxên "qedexekirî" gel û ciwanan tevahiya şevê li hemberî êrîşan bê navber li ber xwe dan. Bi armanca destekkirina berxwedana gel a li taxên hatine "qedexe"kirin, dikandaran îro jî dikanên xwe venekirin.
Hat ragihandin ku dewleta Tirk ji bo gel ji 4 taxan derxîne û koçber bike, bi awayekî demkî "qedexeya derketina derve" ragihandiye.