Dikanên li Amedê îro jî nehatin vekirin

Li Amedê dikandaran îro jî ji ber terora dewleta Tirk a li bajarên Kurdistanê dikanên xwe venekirin.

Li Amedê dikandaran îro jî ji ber terora dewleta Tirk a li bajarên Kurdistanê dikanên xwe venekirin.

Bi armanca şermezarkirina "qedexeyên derketina derve" û komkujiyên dewleta Tirk li gelê Kurd dike, dikandarên AMedê îro jî derabeyên xwe ranekirin û jiyan sekinandin. Mîna duh îro jî li bajêr ji bilî firin û dermanxaneyan, ti kargeh venebûn.

Weke dikandaran, ajokarên otobusên şaredariyê jî li dijî polîtîkayên komkujiyê, wesayît nexebitandin.

Jiyan li bajêr bêdeng û sekinî ye. Li navçeyên Lice, Bismil, Erxenî û hemû navçeyên din jî dikandaran îro dikanên xwe venekirin.

Duh li dû çalakiyên sekinandina jiyanê, Amedî daketibûn kolanan û terora dewleta Tirk şermezar kiribûn. Lê belê polîsan êrîşî xwepêşandêran kiribûn û ji ber êrîşa polîsên Tirk ciwanên bi navê Şerdil Cengîz (21) û Şiyar Salman (19) li nava kolanan ji aliyê polîsan ve hatibûn qetilkirin.