Di nobeda berxwedanê de meşa meşaleyî
Li Girêmîra ya ku li dijî dorpêça Botanê nobeda berxwedanê didome, di pêşengiya jinên ODGK de bi meşek meşaleyî ve berxwedana Botanê hat silavkirin.

Li Taxa Girêmîra ya Nisêbînê ya ku li dijî dorpêça qirkirinê û êrîşên li ser Botanê nobeda berxwedanê didome, di pêşengiya jinên endamên Jinên Ciwan ên Azad Demokratîk (ODGK) de meşek meşaleyî hat lidarxistin. Meşa ku bi sedan kesên ji berxwedana nobedê jî tevlî bûn, ciwanên Girêmîra jî piştgirî danê. Meşa ku ji pêşiya Mala Gel destpêkir heta qada gund dewam kir. Di meşa ku jinan bi tilîliyan xemilandin de dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî” hat berzkirin, sirûda “Çerxa Şoreşê” hat gotin.
Ciwanên piştî meşê hatin pêşiya Mala Gel, li ser navê ODGK’ê daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku pêvajoya heyî ji bo gelê Kurd û mirovahiyê xwedî girîngiyek dîrokî ye, hat destnîşankirin ku ji Cizîrê heta Silopiyayê, ji Geverê heta Sûrê, ji Nisêbînê heta Hezexê, Şirnexê hêza pêşeng a gelê Kurd, ciwan ji bo azadiyê çi berdêl pêwîst be amade ne ku bidin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Mêtingerî bi berxwedana şoreşgerî ve tê paqijkirin.”
ODGK’ê banga têkoşîna hevpar li ciwanên Kurdistan û Tirkiyeyê kir, wiha got: “Werin, em bi hev re wek kulmekê di mejiyê AKP’e ya faşîst de biteqin.”
Piştî daxuyaniyê ciwanan ‘Sirûda Rojava’ gotin û daxuyaniya xwe bi dawî kirin.