Konferansa “Bi nêrînên Abdulah Ocalan li Rojhilata Navîn Aştî û Aramî’ ya di 19’êm Tîrmehê de destpê kir, di roja xwe ya duyemîn de dewam dike. Di roja duyemîn a konferansê de li gel komploya li hember Abdullah Ocalan û aliyê wê yê veşartî û sîstema Îmraliyê, li ser pirsgirêkên olî, mezhep û netew-dewletê gotûbêj hatin kirin.
Di roja duyemîn de piştî panela bi mijarên pirsgirêkên azadiya jinê û ekonomiyê, panela herî dawî jî li ser mijara li Rojhilata Navîn pêwîstî bi şoreşeke hişmendî heye dewam kir.
Moderatortiya panelê nivîskarê ji Bakurê Kurdistanê Mansûr Tayfûrî kir. Di panelê de weke qiseker jî erkdarê Perwedehiyê yê Zanîngeha Silêmanî Hewjîn Mele Emîn û ji Akademiya Jineolojiyê Zozan Sîma pêk hatin.
Zozan Sîma, nirxandinên xwe yên li ser “Rêbazên têkoşînê yên li ser pêşxistina şoreşa hişmediyê” kir.
Sîma wiha axivî: “Di çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn de veguherîna hişmendiyê wê rolekî çawa bilîze? Ji bo pêşxistina şoreşa hişmendiyê modelek çawa, ji bo encamgirtinê pêwîstî bi kijan taybetmendiyên modelê hene? Em dikarin vê gotûbêj bikin û fêm bikin. Bi rêbazekî serkeftî behs bikin, em ê bibînin serkeftiye yan ne?”
SÎMA: RÊBER OCALAN ŞOREŞA HIŞMENDIYÊ JI XWE DESTPÊ KIR
Sîma da zanîn ku li cihekî ku navê jinê lê nîne û tine dihat hesibandin, îro jin bûne xwedî artêş û di nava siyasetê de rolê dilîzin. Sîma wiha got: “Rêbazên ku me gihandin vê rewşê, em dikarin weke rêbazekî serkeftî bibînin. Ev jî bi hewldanên Rêber Apo encam girtine.”
Sîma diyar kir ku Ocalan şoreşa hişmendiyê ji xwe daye destpêkirin û wiha pê de çû: “Li dijî Dogmatîzma olî, li dijî dogmatîzma Marksizmê têkoşîneke serkeftî bi rê ve bir. Li dijî pirsgirêka Kurd jî têkoşînekî pir xurt da meşandin. Di pratîkê de jî têkoşîn bi rê ve bir. Em dikarin Rêber Apo bi gelek xalan pênase bikin; lê pênasekirina wî ya herî rast xwedî kesayetîbûneke têkoşer e. Rêber Apo wiha dibêje; ‘Li Rojhilata Navîn bi rê ve çûyîn fikirîn e, divê bifikire û bi rê ve biçe.’”
Sîma, behsa têkoşîna hişmediya ku Rêber Ocalan bi rê ve birî û encamên bi xwe re anî kir, dîtina Ocalan a di aliyê dîyalektîkê de îfade kir. Sîma da zanîn ku eger behsa şoreşa hişmendiyê bê kirin, divê mekanîzmayên li dijî vê tên bikaranîn baş bê zanîn. Sîma, bi taybet îşaret bi vegûherînên hişmendiya ji şoreşa neolotîk kir. Sîma destnîşan kir ku di hişmendiyê de azadbûn, di kolebûnê de kakilbûn pêwîst e. Di nava armanc û rêbazan de divê lihevhatinek hebe. Sîma da xuyakirin ku rêbazên xizmeta civaka exlaqî ya demokratîk bike ew rêbaz ên rast in. Sîma herî dawî jî ev anî ziman: “Divê şoreşa exlaqî bi şoreşa hişmendiyê re bibe yek.”
MELE EMÎN: GELEK HEVDÎTINÊN OCALAN ÊN PERWEDEKIRINÊ HENE
Erkdarê perwedehiyê yê beşa Sosyolojiyê ya Zanîngeha Silêmanî Hawjîn Mele Emîn jî li ser “Pirsgirêka hişmendiyê” axaftin kir. Emîn, got ku bêyî şoreşa hişmendiyê ya Ocalan ti şoreşên civakî hetahetayê namîne.
Emîn diyar kir ku Ocalan fîlozofek e û wiha anî ziman: “Dema ku em weke fîlozof û perwerdekarekî temaşeyî Ocalan bikin gelek aliyên wî yên perwedekirinê hene. Potensiyela wî ya ku xistina tevgerê pir xurt e.” Emîn destnîşan kir ku gelek rêbazên wî yên hûrikûr ên çareriyê hene, heta ku nirxandinên Ocalan ên li ser oryantalîzmê, netew-dewlet, hişmendiya modernîteya kapitalîst neyê fêmkirin, pirsgirêkên li Rojhilata Navîn nayên çareserkirin. Emîn, li gel van sê kartêgerên bi hêz, kartêgera li Rojhilata Navîn a ol jî îşaret kir, behsa encamên wê yên li ser hişmendiyê dafirîne kir.